16 Oktober pîlana Partî di Kerkûk û axa Kurdistanê bû
Kurdistan 01:35 PM - 2023-10-16
PUKMEDIA
Kerkûk
YNK’ê
plan dikir ku komploya 16’ê Cotmehê biparêze ku di encamê de %51 xaka
Kurdistanê ji dest da, yekîtî bi xwîna 38 şehîdan û 104 birîndaran di lîwayên
102, 3, 7 û 1 piyade de kariye Kerkûkê biparêze.
Li hember vê yekê PDK hemû çekên di bin destê xwe de avêt û çeperên xwe
yên şer radestî artêş û Heşda Şeibî kir.
Hêzên PDK’ê bê Berxwedan reviyanBerpirsê Eniya 4ê ya Kerkûkê lîwa Mihemed Qadir ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: “16ê Cotmehê encama referandum û operasyona leşkerî ya PDK li dijî YNKê bû, lê YNKê bi xwîna 38 şehîdan û 104 birîndaran ew plan pûç kir û Kerkûk ji wêrankirin û rijandina xwîna ciwanên xwe parast. "
“Di 16’ê Cotmehê de tenê YNK’ê Kerkûk parast, hêzên PDK’ê Mexmûr heta Şengal bi dest bû û bi bê berxwedan reviyan û navçe radestî Hêzên Êraq û Heşdi Şebî kirin, ev jî vê rastiyê îspat dike ku ji bo bidawîkirina hêzên YNKê komplo hebû."
Yekîtiya Nîştimanî û Kerkûk dualîbûnek e ku nayên cudakirinJi aliyê xwe ve Berpirsê Ragihandin û Hişyariyê yê Hêza 70 ya Pêşmergeyên Kurdistanê General Ehmed Letîf ji PUKMEDIA re ragihand: “Bûyerên 16ê Cotmeha dirêjkirina zincîreya komployên ku li dijî Yekîtiya Nîştimanî dihatin çêkirin ji bo sînordarkirina bandora wê bû, ji ber ku her kes dizane ku Yekîtîya Niştimanî û Kerkûk dualîbûneke nayên cudakirin, her çiqas hinek hewl bidin, û tekez kirin ku eger ne ji şareza û qehremaniya serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî û Pêşmergeyên wê bûya. Kerkûk wê bibûya çarenûsa Efrînê û xwîneke zêde li wir bihata rijandin."
Pêşmergeyên Partî ji lîwayên hevbeş derketinFermandeyê Lîwaya Yekem a Piyade yê wê demê Lîwa Rêbwar di daxuyaniyekê de berî niha ji PUKMEDIA re gotibû: “Bi fermaneke taybet a partiyê, Pêşmergeyên Hêza 80 di çarçoveya pêşaniya hevbeş de, xendekên xwe vala kirin bê berxwedan. Bi vekişîna xwe re hemû alavên leşkerî bi xwe re birin.”
Di berxwedana 16ê Cotmehê û parastina Kerkûkê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 142 şehîd û birîndar dan û komploya ku li herêmê li dijî wê dihat kirin pûç kir.
Herwiha piştî 16ê Cotmeha îsal, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yekane partiya Kurdistanî bû ku Kerkûkiyan bi tenê nehişt û çawa ku di dema borî de bajar ji terorîstan parast, li hember neheqî û binpêkirinên li dijî hemwelatiyên Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê jî rawestiya.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

