Xwîna şehîdan şahîdê parastina Yekîtî li Kerkûkê ye
Kurdistan 10:04 AM - 2023-10-16
PUKMEDIA
Kerkûk
Piştî lidarxistina
referanduma 25ê Îlona 2017ê û encamên wê, bûyerên di 16ê Cotmeha heman salê de
rûdan û şer û pevçûneke nexwestî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşê de derket û
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nêzîkî 70 şehîd di wê rojê de dan.
Encamên wê referandumê ne
tenê li Kerkûkê man, belku gihiştin Şingalê, ku hêzên ser bi wê deverê bê
berxwedaneke berçav hiştin û navçeyên din ên nakok.
Yekîtiya Niştimanî di 16’ê Cotmehê de di çeperên berxwedanê de bi tenê ma
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û Cîgirê Serokê Navenda Rêxistinên Kerkûkê yê wê demê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hîwa Ebdullah di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Bûyerên di 16ê Cotmehê de qewimîn. Sedema referandumê bû, ku gelek aliyên herêmî û navdewletî li dijî wê derketin, ev referandum bû sedema... Dagirkirina %51 ji axa Kurdistanê û şehîdkirina hejmareke zêde ji Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî.
Serhişkî û guh nedan zerarê dide kurdan
Endamekî Encumena Serkirdayetiyê dibêje: Serhişkî di
dosyeyên niştimanî de ziyanê digihîne Kurdan û di wê demê de hemû dostên herêmî
û navdewletî li dijî referandumê bûn û ji ber wê jî rûbirûbûn di navbera hêzên
Pêşmerge û artêşê û Heşda Şeibî de derket. û li hember de jî hêzên din bê
berxwedan ji Kerkûkê reviyan.
Yekîtiya Niştimanî dest ji Kerkûkê berneda
Hîwa Ebdullah dibêje: Tevî ku şer di navbera hêzên Pêşmerge
û hêzên mezin ên artêşa Êraqê û Heşda Şeibî de nebû, lê Yekîtiya Niştimanî
amade nebû ku xelkê Kerkûkê bi tenê bihêle û bê berxwedan birevin û şehîd belgeya
herî baş a ku kê li Kerkûkê berxwe da û kî reviya ye.
Got jî: Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê hewl dide rêzên aliyên siyasî bike yek û deriyên diyalogê li gel her
kesî veke ji bo xizmetkirina Kerkûk û navçeyên din ên veqetandî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

