UNESCO Silêmaniyê wek yek ji bajarên afirîneriya edebî li cîhanê hildibijêre
Kurdistan 12:04 PM - 2023-10-14
Ajans
Silêmanî
UNESCO ku yek ji rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ye, di konferansa xwe ya salane de ku li Kanadayê tê lidarxistin, bajarê Silêmaniyê weke yek ji bajarên afirîneriya wêjeyî li cîhanê da zanîn.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ku beşdarî konferansa salane ya UNESCO bû, dibêje: “Di konferansa salane ya Bajarên Afirîneriya Wêjeyî ya UNESCO de, bajarê Silêmanî, Seattle li Amerîkayê û Edinburgh li Skotlandê wek Bajarên dahêneriya wêjeyî na kir û Silêmanî wek yek ji bajarên serkeftî û diyar di warê afirîneriya wêjeyî de li ser asta cîhanê jî hate naskirin.”
Silêmanî bû mînaka bajarên nûjen ên edebî yên cîhanêHeval Ebûbekir her wiha got: “Odeya Silêmaniyê jî di konferansê de weke yek ji jûreyên herî çalak û pêwendîdar di nava tora odeyên beşdar di konferansê de hat naskirin, ji ber ku Odeya Silêmaniyê kar û peywendiyên hevbeş ligel piraniya odeyan ji bajarên ku bi awayekî bi bandor û baş beşdarî konferansê dibin organîze kir.”
Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir: “Silêmanî yekane bajarê Kurdistan, Iraq û navçeyê bû ku beşdarî xebatên vê foruma cîhanî bû û berhemên wêjeyî û çanda Kurdistanê li ser nexşe û bernameya kar û xebata UNESCO û cîhanê.”
Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê ya herî çalak eRêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî li Silêmaniyê Mohsen Adîb di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA’ê re li ser vê bûyera girîng got: “Silêmaniyê bi vê sernavê hebûna hejmareke zêde ya rewşenbîr û nivîskaran li parêzgeha Silêmaniyê ye û got: hebûna gelek çkar û çalakiyên wêjeyî û hunerî li bajêr di hêla Midûriyeta Çand û Hunerê ya bajêr, ji bo ku çerxa çand û hunerê bi pêş ve biçe, bêyî alîgiriyê xizmetên mezin pêşkêşî nivîskar û rewşenbîran kir.”
Hêjayî gotinê ye ku bajarê Silêmaniyê wek navendeke girîng a çand û hunerê li Kurdistanê tê hejmartin û ji ber wê jî wek paytexta çandê hatiye binavkirin û îro jî gelek zanîngeh, peymangehên dewletî û taybet ên taybetmendiyên curbicur hembêz dike wekû Zanîngeha Amerîkî û gelek navendên çandî û hunerî li bajêr û bûyerên çandî û hunerî, rojane û salane hembêz dike.
Silêmanî ji sala 2019an ve heta 9-13.10.2023, bi amadebûna Dr. Rêheval Ebûbekir, Parêzgarê Silêmaniyê û Şemal Ebûbekir, Koordînatorê Xwebexşê Odeya Silêmaniyê, Konferansa salane ya Bajarên Wêjeya Afirîner a UNESCO li cîhanê li Kvêbêka Kanadayê hat lidarxistin û Silêmanî tenê bajarê Kurdistan, Iraq û herêmê bû ku beşdarî konferansê bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

