Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Bexdayê dê bi rêkeftineke demdirêj çareser bibin
Kurdistan 09:28 PM - 2023-10-10
PUKMEDIA
Hevdîtinên birêz Qûbad Talebanî yên Dîplomatîk
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti kir û di wê hevdîtinê de çend mijar ji wan a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja 10.10.2023ê li Hewlêrê hat lidarxistin, têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkiri, Cîgirê serokwezîr got:‘’Her çendî karê me yê sereke cîbicîkirina yasaya bûdceyê û dabînkirina maf û mafên darayî yên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye, lê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de, pêwîst e rêkeftineke demdirêj û berfireh were kirin.
Derbarê pirsa petrolê de jî, Qubad Talebanî got:’’Niha hikûmeta federal di ber firotin û hinartina petrolê de berpirs e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vî warî de ti berpirsyariyek nîne. Wî tekez kir ku; Ji bo çareserkirina pirsgirêka petrol û gazê ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, divê yasaya petrol û gazê li gorî destûrê û bi rêkeftinekê were pesendkirin û piştî pesendkirina yasayê dahata petrol û gaza tevahiya Iraqê bi awayekî wekhev were parve kirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge hat kirin. Di vê çarçoveyê de cîgirê serokwezîr amaje bi giringiya berdewamiya pirosesa çaksaziyê li nav hêzên Pêşmerge kir, ji ber ku daxwaza gelê Kurd û hevpeymanên me ye ku hêzeke niştimanî ya bihêz û Perwerde hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

