Talebanî: Nabe welatiyên Herêma Kurdistanê bê mûçe bin
Kurdistan 04:22 PM - 2023-10-09
PUKMEDIA
Hevdîtinên bi Qubad Talebanî re
Îro dûşem 10.09.2023ê li bajarê Hewlêrê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Christiana Homann Balyoza nû ya Almanyaya Federal li Iraqê kir û di civînê de çendîn mijarên bi berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Qubad Talebanî pîrozbahiya destbikarbûna balyoza nû ya Almanyayê li ser karê xwe yê nû kir û hêviya serkeftinê ji bo cîbicîkirina erkên xwe û zêdetir bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Almanyayê nîşan da.
Qubad Talebanî balkişand li ser astengiyên li pêşiya cîbicîkirina yasaya bûdceya giştî li Iraqê û got: “Em li pey dîtina çareseriyên guncaw bo kontrolkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de ne, ji ber ku welatiyên herêmê bêyî mûçe û bûdce nikarin bijîn. ”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya alîkariyên hikûmeta Almanyayê bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî alîkarî û hemahengiya ji bo projeyên ku ji aliyê ofîsa cîgirê serokê hikûmeta herêmê ve hatine amadekirin û ji wan jî cudakirina çavkaniyên dahatê , pirojeyên çaksaziya aborî û pirojeyên çandiniyê, ku hikûmeta Almaniya di van hemû waran de piştgirî da Ofîsa Cîgirê Serokwezîrê Herêmê.”
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pirsa çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de hat gotûbêjkirin û Qubad Talebanî di derbarê mekanîzma birêvebirina proseya çaksaziyê di nava rêzên hêzên Pêşmerge de, ronîkirinên pêwîst pêşkêş kir û piştgiriya hikûmeta Almanyayê di vî warî de bilind nirxand , ku di salên derbasbûyî de di hemû qonaxên pêvajoyê de alîkariyeke berfireh pêşkêş kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

