Serok Bafil bavê şehîd Akam xelat kir

Kurdistan 10:37 PM - 2023-10-02
Serok Bafil û Bavê şehîd Akam PUKMEDIA

Serok Bafil û Bavê şehîd Akam

Serok Bafil Celal Talebanî Şehîd

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha hêzên komando pêşwaziya Omer Osman bavê fermandarê şehîd Akam Omer kir û rêzlênanê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da wî.
Di civînê de ku Cîgirê Fermandarê Fermandeya Komando ya Kurdistanê Diyar Omer jî tê de amade bû, Serok Bafil li ser jiyan û rewşa malbata şehîd Akamî pirsiyar kir û berxwedan û qehremaniya malbata şehîd Akamî bilind nirxand û got:’’Birêz Akam di dîroka têkoşîna me de navekî navdar û ronî ye û wê her û her di bîra me de zindî bimîne.’’
Di bersivê de bavê şehîd Akam pîrozbahî li Serok Bafil kir bi boneya dubare bijartina wî weke Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêvî xwest ku serkirdatiya nû xizmeta yekrêziya nav YNKê û jiyana gel bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket