Xanim Gelawêj: Dev ji rêbaza Serok Mam Celal bernedin
Kurdistan 11:37 PM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Xanim Gelawêj
Bi helkefta pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xanim Gelawêj peyamekî pîrozbayî pêşkêşî Serok Bafil û endamên YNKê kir.
Li Birêz Bafil û YNK’ê pîroz be
Kurê min ê şîrîn birêz Bafil, Serokê Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiya vê serkeftina mezin ya Partiya Şehîdan , kesûkarên serbilindên şehîdan, birêz Mam bi xwe , hemû pêşmergeyên qehreman , girtiyan ,hemû gelê kurd, girseyên berfireh ên YNKê , hemû endam û alîgirên YNKê di bin serokatiya we de dikim.
Serkeftina kongreya YNKê di nava girseya beşdar û dilê gelê Kurd û YNKê de mizgîniyeke mezine ji bo serkeftina zêdetir a vê partiyê ku xwendina dibistana Serok Mam Celal e. Te û serkirdayetiya nû, bi taybetî tu kurê min ê şîrîn, berpirsiyariyeke mezin hilgirtiye ser milê xwe, lê pê ewle be ku bi hişmendî, plansazkirin û pêşkeftinên xwendinê wê erka we bi cih bîne û yekîtiya ku ji ber hilketin û daketinên dijwar û trajediyên bi xwîn pêk hatiye , yekitiya ku bibe hêviya hemû neteweya Kurd.
Ez tenê naxwazim bi vê peyama kurt pîrozbahiyê li te û hevalên te bikim, lê her wiha dixwazim bi bîra we bînim ku tu kurê Mam Celal î[Semam El-Aman] ku bûye sembola rewşenbîriyê, dibistaneke kurdewariyê, komkirina dijberan ne tenê li Kurdistan û Iraqê, lê li herêmê û cîhanê jî, bûye sembola aşitî, bextewarî ,ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku hûn dest ji rêya pîroz a mamê Kurd bernedin û ji bo aştî, xweşî û jiyana hevbeş a hemû gelê Kurd û di nava hemû partî û civakan de çi ji destê we tê bikin.
Careke din serkeftina kongreyê li we pîroz dikim û hêvîdarim ev kongre bibe hêviyên xizmên serbilind ên şehîdan û gelê Kurd.
Gelawêj Xan
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

