Pêncemîn kongireya Yekîtî dest pê dike
Kurdistan 10:13 AM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Kongireya Yekîtî
Di bin dirûşma (Nûkirin di xebatê de... Lihevkirin
di biryarê de) îro Çarşem 27.9.2023 li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna 600
endaman, karê pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hejmareke
mezin ji mêvanên ji Herêma Kurdistanê, Êraq û welatên biyanî dest pê dike.
Yekem car di dîroka xwe de, Yekîtiya Niştimanî
berî bidawîhatina dema xwe konferansa xwe lidar xist, lewra kadir û endamên
Yekîtiyê bi coş û hêvî li konferansa partiya xwe dinêrin.
Tê pêşbînîkirin ku di konferansê de hejmara
endamên Encûmena Serkirdayetiyê dakeve 51 endaman ku di nav wan de Serokê
Yekîtiya Niştimanî jî heye û hejmara endamên Mekteba Siyasî jî dakeve 10 kesan.
Di konferansê de dê pêşniyara avakirina 3
encûmenan bê kirin, ew jî Encumena Bilind a Siyaset û Berjewendiyan, Encûmena
Serkirdayetiyê û Encûmena Piştgiriyê û Serokê Yekitiya Niştimanî dê rasterast
çavdêriya Encûmena Piştgiriyê bike, ku ji bo destnîşankirina kadroyên ciwan û
jinan.Herwiha dê bibe navendek ji bo perwerdekirina rêberên ciwan.
Guhertina sîstema navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê yek ji karên kongireya pêncem be, ji ber ku dê navendîbûna hizbî
bihêztir bibe û hemû biryarên piştî konferansê bi yekdengî bên standin.
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê roja 20.08.2023ê li bajarê Kerkûkê bi serperiştiya Bafil Celal
Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiya û di civînê de biryar
hat dayîn ku pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî di 27ê Îlona 2023an de were
lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

