Waşîngton hîn jî nîgeran e ji ber kêmbûna azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê

Kurdistan 05:52 PM - 2023-09-26
Logoya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê PUKMEDIA

Logoya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê

Amerîka Rojnamevanan

Konsûlê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Herêma Kurdistanê Mark Straw dilgiraniya welatê xwe li hember kêmbûna azadiya çapemeniyê li herêmê nîşan da û got: “Nîgêraniya me li ser kêmbûna azadiya çapemeniyê û mafê wergirtina zanyariyan li Herêma Kurdistanê berdewam e.”
Ev yek hat di dema kombûna konsulê Amerîka ligel komek rojnamevanên serbixwe ku li navendên rojnamevanî li herêmê kar dikin.
Li gorî daxuyaniya konsulxaneyê ku li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê hatiye belavkirin, Mark Straw destxweşî li rojnamevanan kir ku bi berdewamî hewl didin ku bi awayekî bêalî nûçe û bûyerên siyasî, aborî û civakî li Herêma Kurdistanê ragihînin.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa azadiya çapemeniyê li herêmê û got: “Nîgêraniya me berdewam e ji ber kêmbûna azadiya çapemeniyê ku di van demên dawî de me  dîtiye, mînakên wê jî girtinên bêserûber, lêgerînên neqanûnî yên amûrên elektronîk û hwd, ne cîbicîkirina yasaya karê rojnamevanî û mafê bidestxistina zanyariyan li Herêma Kurdistanê.’’
Hêjayî gotinê ye ku konsulê nû yê Amerîka li herêmê meha borî dest bi erkê xwe kiribû, berê jî konsulê Amerîka li bajarê Karaçî yê Pakistanê bû, herwiha çendîn post din  jî hebûn, herî dawî jî cîgirê berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî (NSC) bû.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket