Êrîşa li ser balafirgeha Erbetê dibe sedem ku Iraq doz veke
Kurdistan 07:25 PM - 2023-09-23
PUKMEDIA
Balafirgeha Çandinî ya Erbet
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî li Bexdayê li ser mekanîzma pêşkêşkirina şikayeteke yasayî derbarê êrîşa hovane ya li ser firokexaneya Çandiniyê ya Erbetê ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj kir. Rawêjkarê Dijî Terorê jî di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Iraqê dikare bi rêya Wezareta Derve û dezgehên pêwendîdar, giliyê xwe pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, Encûmena Asayişa Navdewletî û dadgehên navdewletî bike.
Mafê wezaretên karên derve, parastin û dadê heye ku gilî bikinDi vê derbarê de Dr. Çiya Zangana Şêwirmenda Yasayî di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hêzeke siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê ye û ji ber wê jî mafê wê heye ku daxwaznameyekê tomar bike , giliyê li dadgehên navdewletî li dijî dewleta êrîşkar, bi hemahengiya hikûmetên herêmê û Bexdayê re tomar bike.”
Zangana her wiha got: “Sê wezaretên pêwendîdar ên Iraqê (Derve, Berevanî û Dad) dikarin giliyên yasayî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, Encûmena Asayişa Navdewletî û dadgehên navdewletî bikin, li dijî welatên ku sînorên Iraqê binpê dikin û serweriya erd û esmanê wê binpê dikin. Herî dawî êrîşa li ser Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê ye, ku di encamê de hejmarek şehîd û birîndar hene.” Her wiha bal kişand ser wê yekê ku “Mafê malbatên qurbaniyên êrîşê û kesên ku ji ber êrîşê mexdûr bûne jî heye ku gilî bikin li dewleta dagirker.”
Li ser giliyên êrîşkarên li ser herêmê dê bên nîqaşkirinÎro 20.09.2023ê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî dadwer Dr.Faîq Zeydan civiya.
Li gor daxuyaniya çapemeniyê ya Encûmena Dadwerî ku tê gotin:’’ Di civînê de her du aliyan behsa mekanîzma pêşkêşkirina gilî û girtina tedbîrên yasayî derbarê bombebarana hovane ya li ser firokxaneya Erbetê û şehîdkirina hejmarek ji endamên Dijî terorê li parêzgeha Silêmaniyê.”
Hêzên Dijî Terorê: Sûcê Balafirgeha Erbet bê ceza namîneRoja duşemî 18ê Îlona 2023, firokexaneya Erbet a Çandiniyê ya Silêmaniyê ji aliyê firokeyên bê firokevan ve hat bombebarankirin û di encamê de 3 pêşmergeyên dijî terorê şehîd bûn û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Kurdistanê (CTG) derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand u got:“Li ser vê sûcê terorîstî ku bi alîkariya ajanên biyanî û sîxurên xwecihî pêk hatiye, lêkolînên bi baldarî dest pê kirine bo ku bêceza nemîne û her aliyek û sîxurekî ku beşdarî vê sûcê bibe, dê were cezakirin û qanûn were pêk hatin.” Û wijdanê gelê me, tolhildana şehîdên me deynê stûyê me ye û em rê nadin xwîna wan a bêguneh û bêwate be.”Got
Êrîşa li ser Firokexaneya Çandiniyê ya Erbetê ne ya yekem e bi vî rengî, ji ber ku Tirkiye bi hincetên cuda berdewam navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û di bejahî û asmanî de derbasî sînorên Herêma Kurdistanê dibe, ku ev êrîş bûne sedema şehîd û gelek welatiyên bêçek birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin giheşt gundan, ji ber ku bi hezaran malbat neçar man koç bikin, mal û zeviyên xwe terikandin û ber bi bajaran reviyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18