Komkujiya Xêlî Hemayê... sûcê ku rûyê rast ê komên terorîst nîşan da
Kurdistan 05:07 PM - 2023-09-23
PUKMEDIA
Şehîdên YNKê
Beriya 22 salan bi taybet di 23ê Îlona 2001ê de komek terorîstên Cund El-Islam û Ensar El-Islam, bêyî ku tu nirxekî mirovî li ber çavan bigrin, êrişî gundê Xêlî Hemayê ya ser bi devera Şarazûr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve kirin. Di êrîşê de 43 Pêşmergeyên qehremanên Yekîtiya Niştimanî şehîd bûn û piştre jî termên wan hatin şikandin. Xizmên şehîdên Xêlî Hemayê di salvegera vê karesatê de soza berdewamkirina têkoşîna şehîdên xwe ji bo gelê Kurd ji bo jinavbirina terorê dubare kirin.
Sûcê hovane 12 roj piştî êrîşa terorîstî ya ku di 11ê Îlona 2001ê de Amerîka kiribû armanc, qewimî. Piştî berevaniya qehremanane ya Pêşmerge, 15 çekdarên wê koma têrorîst hatin kuştin û di encamê de komek pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) şehîd bûn.
Rêxistina terorîst a El-Qaîde ji rewşa Herêma Kurdistanê sûd werdigire û ji bo gihîştina bi armancên xwe, Hewraman veguherandiye veşartgeheke terorîstan û koma têrorîst Cund el-Îslam ava kiriye û piştre navê wê bûye Ensar El-Îslam ku mîrnişîniyek mîna Talîbanên Afganî ava bike.
Koma têrorîst dest danî ser gelek şûna û gelek tawanên din li dijî mirovatiyê pêk anîn, kêmtir ji 2 salan korbûna tirs û xof li ser grûpa terorîstî hat şikandin. Hêzên pêşmerge dest bi helmeta jinavbirina navend û baregehên terorîstan kirin û navçe ji terorîstan hat paqijkirin û jiyana asayî ji xelkê deverê ji metirsiya terorîstan hat vegerandin.
Di çarçoveya şerê dijî terorîstan de Hêzên Hevpeyîmanan bi Serokatiya Amerîka destpêkirina operasiyonên azad kirina Îraqê despêkir ku hêlînên terorîstan bi mûşekên ku ji deryaya Sipî ve hatibûn avêtin, hatin bombebarankirin û jinavbirin û hêzên pêşmerge jî dest bi operasiyonên xwe bo paqij kirina wan deveran ji terorîstan kirin.
Koma têrorîst a DAIŞê bi heman bîrdozî heta niha jî gef e li ser asayîş û aramiya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

