Serokkomar: Êrîşên Tirkiyê nayên qebûlkirin û li dijî prensîbên cîrantiya baş in
Îraq 11:43 PM - 2023-09-20
Medya Serokatiya Komarê
Serokkomar pêşwaziya çend berpirs û nûneran dike
Îro çarşeme 20.09.2023 li Koşka Bexdayê, cenabê Serokkomar Dr. Ebdûletîf Reşîd ,Wezîrê Jîngehparêz, Nizar Mihemed Seîd, hejmarek ji serokên baskên parlemanî, û endamên civata nûneran, ji bilî hejmarek ji berpirsan.
Di destpêka hevdîtinê de Serokkomar bi xêrhatina mêvanan kir û balkişand li ser girîngiya hevkarî û yekdengiya di navbera hêzên siyasî de ji bo palpiştîkirina hikûmetê di cîbicîkirina bernameya wezaretan de û yekkirin û berdewamkirina asayîş û aramiya bidestxistî.
Birêz Serok bal kişand ser serdana vê dawiyê ya şanda Kurdistanê bo Bexdayê û têgihîştina ku di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser dayîna mûçeyên karmendên herêmê pêk hat, ku ev yek îradeya herdu aliyan û hevbeşiya wan nîşan dide, amaje bi dîtina çareyên guncaw ji bo pirsgirêkê hilawîstî li gor destûr û yasayan kir û di vê derbarê de tekez li ser vê yekê kir ku ew pêşwaziya serdana heyeta han kir ku Hikûmeta Herêmê weke tîmeke hevbeş û yekgirtî hat û pêwîstiya berdewamiya hevkariyan eşkere kir ji bo garantîkirina mafên hemû hemwelatiyan, tevî welatiyên herêma Kurdistanê.
Cenabê wî tekez kir ku êrîşên Tirkiyê li ser erd û bajarên Iraqê nayên qebûlkirin û binpêkirinên dubare berovajî prensîbên cîrantiya baş in, bi taybetî eger ew bi çekên ku tenê ji bo şerên eşkere têne bikaranîn bin wek drone.
Serokkomar amaje bi wê yekê jî kir ku Iraqa nû baweriya xwe bi diyalogê heye ku zimanekî têgihiştinê ye û bi hemahengî û hevtêgihîştina her du aliyan pirsgirêkan û pirsgirêkên hilawîstî çareser bike.
Cenabê Serok li ser proje yasayên ku Serokatiya Komarê ji bo gotûbêj û dengdanê pêşkêşî Meclisa Nûneran kiriye, wek yasaya Encûmena Bilind a Avê, proje yasaya konseya federasyonê û pêşnûmeya guhertina biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî derbarê dabeşkirina milkên niştecihbûnê û pirojeyên din ên girîng ji bo welatiyan, ku pêwîstî bi hewlên hevgirtî yên her kesî heye ji bo bilezkirina pejirandina wan.
Birêz serok bal kişand ser giringiya bihêzkirina rewşa aborî li welat, bi teşwîqkirina veberhênanên kompanyayên navdewletî yên pispor di warê avadankirin, jinûveavakirin û jêrxana bingehîn a girêdayî pêdiviyên welatiyan û herwiha bihêzkirina rola giring a sektora taybet di geşepêdanê aboriya li welêt û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan.
Ji aliyê xwe ve endamên civata nûneran spasî û pêzanînên xwe ji bo vê vexwendinê ji Serokkomar re derbirîn û pêzanînên xwe ji bo pêşniyarên cenabê wî li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehî û aramiyê li welat û xebata hevbeş di navbera hemûyan de ji bo piştgiriya hikûmetê di cîbicîkirina bernameya wezîran de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

