Civaka navdewletî li hember wêrankirina herêmê kor e
Kurdistan 10:17 PM - 2023-09-18Mihemedê Hacî Mehmûd
Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê şermezar kir û got: ""Ev êrîşa û hemû êrîşên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê ji me re dibêjin ku dijminên gelê me jêrxana aborî, sivîl, siyasetmedar, cotkar, Pêşmerge û zevî û baxên Kurdistanê wek dijminên xwe dibînin û ji bo têkbirina wan îhmalî nakin."
Teksta daxuyaniyê:
Îro 18.09.2023ê, dijminên ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistana Iraqê careke din bi firokeyên bê firokevan êrişî firokexaneya çandiniyê ya bajarê Erbetê kirin û di encamê de hejmarek şehîd û birîndar çêbûn.
Ev êrîşa û hemû êrîşên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê ji me re dibêjin ku dijminên gelê me jêrxana aborî, sivîl, siyasetmedar, cotkar, Pêşmerge û zevî û baxên Kurdistanê wek dijminên xwe dibînin û ji têkbirina wan îhmalî nakin.
Mixabin civaka Navdewletî li hember wêrankirina ku li ser gel û axa me tê kirin kerr, kor û lal e.
Em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku sînorek ji wan êrîsan re dayînin.
Bila ruhê şehîdan rehet be û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemedê Hacî Mehmûd
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19