Bang welatên cîhanê dikin ji bo rawestandina van êrîşên terorîstî
Kurdistan 08:27 PM - 2023-09-18
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek belav kir û tê de bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser Firokxaneya Çandiniyê ya Silêmaniyê şermezar kir.
Daxuyaniya Serok Bafil Celal Talebanî wiha ye:
Em bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser firokexaneya Çandiniyê Erbet ya Silêmaniyê şermezar dikin, ku di encamê de 6 pêşmergeyên qehreman ên şerê dijî terorîstan li Kurdistanê şehîd û birîndar bûne.
Ev kiryara tawankar derbazkirina vekirî ya sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û beşeke ji komploya ku bi armanca têkbirina aramî û aramiya Herêma Kurdistanê bi taybet sînorê Silêmaniyê tê kirin.
Ji bo rûbirûbûna dûbarebûna van binpêkirinan, erkê aliyên siyasî yên Heremê ye ku bi hev re rûbirûyê metirsî û pirsgirêkên ewlehiyê bibin û Kurdistanê ji dijmin û neyaran biparêzin.
Bi sersaxiyê û hevxemiya xwe ya ji dil ji bo malbat û xizmên şehîdên qehremanên têkoşîna dijî terorê ku şehîdên asayîşa Kurdistanê ne, hêviya başbûna bilez ji birîndaran re dixwazim. Herwiha em daxwaza rawestandina van êrîşan dikin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dikin ku di warê parastina erd û esmanê Iraqê û di nav de jî Kurdistanê de, erkên destûrî û niştimanî hilgire ser xwe û êdî rê nede van binpêkirinan.
Em bang li hemû dostên xwe, welatên cîhanê û hemû gelên azadîxwaz dikin ku ji bo rawestandina van êrîşên terorê helwesteke cidî nîşan bidin û bi me re bibin yek. Em kurd di van salên borî de li pêşiya rûbirûbûna terorê bûne û ji bo wê yekê qurbaniyên mezin dane û em nikarin bibin armanca van operasyonên terorîstî.
Welatiyên hêja yên Kurdistanê
Bi arikariya Xwedayê mezin û bi alîkariya we emê bi hev re vê rewşê derbas bikin û bi yekrêziya xwe aramiyê li herêma xwe dabîn bikin û emê rûbirûyê hemû pirsgirêkan bibin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

