Di kongreyê de bername û pêkhateya YNKê dê ji nû ve bê dîzaynkirin
Kurdistan 04:45 PM - 2023-09-18
PUKMEDIA
Stran Ebdullah
Endamê Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ,di derbarê kongreya pêncemîn de got: YNK dê hêviyê li welatiyan vegerîne û kongre dê bername û pêkhateya partiyê ji nû ve dîzayn bike û biguhere.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah di hevpeyvînekê de ligel televizyona gelê Kurdistanê de, ku biryar e demjimêr 19:00ê êvarê were weşandin, behsa karê kongreyê û guhertinên nû di partiya xwe de kir û got: “Ev kongre dê hêviyê ji bo welatiyên Kurdistanê bîne û bandorê li jiyana welatiyan bike, bername û pêkhateya partiyê ji nû ve bê dîzaynkirin û guhertin.’’
“Niyeta YNK’ê di karê xwe de nûbûnî heye û heval dê di vê kongreyê de behsa wê bikin.Alternatîfa YNKê her YNK ye, ji ber ku di dema borî de gelek hêz hatin û xwe ceribandin û gotin emê biguherînin, lê piştre rastiya siyasî nîşan da ku guhertin ji aliyê YNKê ve dikarin bên kirin.” Stran Abdullah wiha dibêje
Her wiha got: "Pêwîste aliyên siyasî ji biryaran paşde gav neavêjin û YNK dê bi xwîn biryarên xwe biparêze, YNK partiyek e ku hertim ji hevpeymanî û karê hevbeş hez dike û xwe berpirs dibîne û hertim biryarên xwe diparêze.’’
Endamê Mekteba Siyasî got:“Bûyerên ku di dema borî de bi ser YNKê de hatin, bûn sedem ku jiyan û refaha welatiyan kêm bibe, lê eger bi nêrîna YNKê kar bikira, dê mafên miletê me dabîn bibûye û daxwazên gelê me bi cih bihata.”
Stran Ebdullah di beşeke din ji axaftinên xwe de got:“Slogan û têgihîştina YNKê têgihîştin û ramanên gelê Kurde û erkê YNK’ê ye ku parastina wan bike, bi taybetî jî jiyan û debara hemwelatiyan, ku di vê qonaxê û ya dahatû de ,di rêza yekem a xebata YNK’ê de cih digire. ‘’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

