Wezîrê Dadê: Pereyê ku ji herêmê re hatiye veqetandin tenê bo mûçe ye
Kurdistan 05:12 PM - 2023-09-17
PUKMEDIA
Xalid Şiwanî
Îro Yekşemê Encûmena Wezîran a Federalî bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya El-Sudanî civîna xwe ya asayî lidarxist.
Encumena Wezîran a Federal di civînê de biryar da ku mehane 700 milyar dînar bo heyama 3 mehan bi awayê deyn ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê were şandin.
Dr.Xalid Şewanî wezîrê dadweriyê ku di civîna îro ya civata wezîran de beşdar bû, di daxuyaniyekê de bo kanala satelîtê ya Kurdsat Newsê tekez kir: Me ev mijar li ser maseya encûmenê pêşkêşî kir û têbînî û gotûbêj hebûn û hevxemî li ser daxwaza me jî hebû, bi taybetî ku mijar girêdayî mûçeyên karmendan e, ji ber ku qanûna bûdceyê de nabe bi hûrgiliyên din ve were girêdan.
Şawanî got jî: Civata wezîran razî bû di mehên 9, 10 û 11ê mehê de mehane 700 milyar dînar bên terxankirin, Encûmenê pêşnîyar kir ku Wezareta Darayî tedbîrên pêwîst yên îdarî û darayî ji bo destpêkirina pişka herêmê werbigire, ji sibê Duşemê ve. .
Wezîrê Dadê diyar kir: “Dê danûstandin û civînên din di navbera Herêm û Bexdayê de bên kirin ji bo çareserkirina mafan ji bo bidestxistina encamên xweş li ser bingeha yasaya bûdceya giştî ya federalî. Bi destpêkirina bûdceya sermayeguzariyê li Bexdayê ev pirsgirêk bi dawî dibe.”
Şanda Herêmê daxwaza şandina pişka Herêma Kurdistanê bo mehên (7-8-9-10-11-12) ya îsal ku dike 4 trîlyon û 800 milyar dînar, bi rêjeya 800 milyar dînar mehane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

