Tenê bi yekrêziyê mafên kurd tên bidestanîn

YNK 11:39 AM - 2023-09-17
Herêm Kemal Axa PUKMEDIA

Herêm Kemal Axa

YNK Mûçe

Herêm Kemal Axa, serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encumena  Nûneran, dupat kir ku hemû hewldan li ser peydakirina destkeftiyên darayî bo gelê Kurdistanê ye.

Herim Kemal Axa di daxuyaniyeke televizyonî de ragihand: Em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de parastina mafên darayî yên gelê Kurdistanê yek ji erkên xwe yên sereke dibînin.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û serokê wê Bafil Celal Talebanî hemû hewlên xwe dane ku di yasaya bûdceyê de alîkariyên darayî ji bo gelê Kurdistanê bidin.
Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê diyar kir: Dema ku me di fireksiyonên Kurdistanê de li gel şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana aliyên siyasî kir, me li ser pirsa parizgehbûna Helebce û dûrxistina mûçe ji nakokiyên siyasî gotûbêj kir da ku welatî nebin qurbaniyên kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, em dikarin bibêjin ku pirsa mûçe li Bexdayê bûye dosyayek niştimanî li cem aliyên kurdistanî bêyî fireksiyona Newey Niwê.

Danîna du mûçe bo Herêma Kurdistanê
Herêm Kemal Axa dibêje: Armanca serdana şanda pilebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê dayîna 2 mûçe bo Herêma Kurdistanê bû.
Got jî: Herêma Kurdistanê daxwaza şandina mehane 800 milyar dînar kir, daku hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên derengmayî yên karmendan bide, ji bilî rêkeftina li ser hinartina ne neftê  û hesbandina Herêma Kurdistanê wek herêmeke serbixwe ne wek parizgeh.

Yekbûna partiyên Kurdistanî
Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: Yekrêziya Kurdan li Bexdayê gelekî pêwîst e ji ber ku ew destkeftên ku heta niha hatine bidestxistin bi saya yekrêziya me hatine, lewma yekrêziya me xala serkeftina me ye.
Got jî: Civîna îro ya civata wezîran dê li ser peydakirina mûçeyên herêma Kurdistanê bê gotûbêj kirin û eger hikûmeta federal mûçeyên herêma Kurdistanê dabîn bike, hikûmeta herêma Kurdistanê dikare mûçeyên mehên heftem û heştem yên karmendan bide.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket