Kurdan du pêşniyar pêşkêşî hikûmeta Bexdayê kirin
Kurdistan 11:54 AM - 2023-09-15
Ajans
Civîna rojnemevanî şanda hikûmeta herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ew çaverêya civîna roja yekşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê dikin û got, du pêşniyar ji bo çareserkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.
Konferansa rojnamevaniyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî li Bexdayê duh şev hat lidarxistin bi amedebûna serokên firaksyonên hemû partiyên Kurdan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ew çaverêya civîna roja yekşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê dikin û got, du pêşniyar ji bo çareserkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de li ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtin û civînên ligel rayedarên hikûmeta federal û serkirdeyên siyasî ragihand, serdana wan a duh (14ê Îlona 2023an) ji bo dakokîkirina bû li maf û heqên Herêma Kurdistanê, herwiha spasiya fraksiyonên Kurdistanî kir ji bo vê yekrêziya ku li hember maf û heqên Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Mesrûr Barzanî diyar kir, çendîn civîn ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokomar û Serokê Parlamentoya Iraqê û serkirdeyên siyasî kirine û du pêşniyar pêşkêş kirine ku yek ji wan demdirêj e û ya din demkurt e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku pêşniyara demdirêj bi yasaya budceyê û sererastkirina beşek ji madde û birgeyên wê ve girêdayî ye, ku ji bo vê yekê demeke dirêj divê û di siberojê de li ser vê mijarê biaxivin. Li ser pêşniyara demkurt diyar kir, roja yekşema bê, 17ê Îlona 2023an, ji aliyê Encûmena Wezîran a Iraqê ve biryar li ser vê mijarê were dayîn û hêviya xwe anî ziman ku ev hewldan bibin biryar û xelkê Herêma Kurdistanê bigihin mafên xwe.
Mesrûr Barzanî diyar kir, hemû aliyên siyasî ku civîn ligel wan kirin, hevnêrîn bûne ji bo çareserkirina mijaran û dabînkirina maf û heqên Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr ragihand, migîniya wan a xêrê heye û çaverêya civîna roja yekşemê dikin, herwiha got, hêvîdar in ku ew amadekarî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê de bi encam bibe.
//
Her duh Qubad Talebanî li sosiyal mediya diyar kir danûstandinên bi berpirsên hikûmet û aliyên siyasî yên Bexdayê re “pir zelal, cidî û erênî bûn.”
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hevdîtinên şandeya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê daxuyaniyek belav kir.
Qubad Talebanî di daxuyaniyê de got:
“Gotûbêjên îro yên di navbera Serokwezîrê Hikûmetê, min û şandeya Herêmê ya li Bexdayê ligel birêz Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Meclîsa Nûneran û serkirdeyên partiyên siyasî pir zelal, cidî û erênî bûn.”
"Em dê dudiliyê nekin"
Herwiha Qubad Talebanî li ser pirsgirêka budce û mûçeyan jî wiha anî ziman:
“Em xelkê Kurdistanê bi taybetî mûçexuran piştrast dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçeyan em dê dudiliyê nekin.”
//
Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî temambûna civîna wan a ligel Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlê Heq Qeys Xezelî, ligel serokên fraksiyonên Kurdistanî û endamên Kurd ên herdu lijneyên darayî û petrol û gazê civiya.
Şandê geşbîniya xwe jî li hember encamên wan civînan nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Bexdayê kirine, da ku berevaniyê li hemû mafên xelkê Herêma Kurdistanê li gor destûrê bikin û hemû heq û mafên Herêma Kurdistanê desteber bikin.
Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Taleban , endametiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.
Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

