Serok Bafil: Mafên darayî bi pirsgirêkên siyasî nabe bê girêdan
Kurdistan 07:03 PM - 2023-09-13
Medyaya Serokê Yekîtiya Niştimanî
Serokê YNKê û Balyoza Amerîka li Iraqê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Mam li Bexdayê pêşwaziya Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî, aborî û emnî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser çareseriya destûrî û siyasî ya pirsgirêkan bi awayekî ku bersiva daxwazên hemû aliyan be û aramiya herêmê biparêze, hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî tekezî li ser pabendbûna YNKê bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “Nabe refah û mafê xelkê bi pirsên siyasî ve were girêdan, ji ber ku jiyana gelê me ji qurbanbûna nakokiyên siyasî mezintir e û ji bo bidawîkirina vê rewşa nexwestî em ê her gavê bavêjin.”
Wî got:"Erka me hemûyan e ku em aştiya li herêmê biparêzin û divê bi berpirsyarî gel rewşê rawestin. Heta ku em li ser pirsgirêkan derbaz nebin û ji bo pêşerojeke geştir hewl nedin aramî çênabe."
Rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinan mijareke dinê civînê bû û Serok Bafil got: "Divê em hemû alî li ser mijarên neteweyî li hev bikin û her hewleke derveyî wê îradeyê red dikin. Em di wê baweriyê de ne ku parastina pêkhateya herêmê û hêza me girêdayî yekitî û hevgirtina me ye, ji bo vê jî em xebatên xwe didomînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

