Rojnamevanekî nêzîkî PDK: Yên ku Kerkûk bicih hîştibûn tirsonek bûn
Kurdistan 01:41 PM - 2023-09-13
PUKMEDIA
Kerkûk
Nivîskar û rojnamevanekî nêzîkî
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje: “Partiya ku beriya niha ji Kerkûkê
derketibû di wê baweriyê de bûn ku hatiye dagîrkirin û nabe beşdarî
hilbijartinaên wê parizgehê bibe û ji bo posta serokkomar û wezîrê derve şer
bike.
Endamekî Mekteba Siyasî ê Yekîtî dibêje: Xelkê
Kerkûkê dilsozê YNKê ne û dizanin ku di dema aloziyan de tenê YNK bûye piştek
ji wan re, ji ber wê jî helwesta YNKê ji bîr nakin.
Yên li Kerkûkê mane qehreman inNivîskar û rojnamevanê nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê Kawêz Mela Perwêz derbarê bûyerên 16ê Cotmehê û hilbijartinên encumenên parêzgehan de got;“Her aliyek ku bawer bike Kerkûk hatiye dagîrkirin, bila beşdarî hilbijartinên Kerkûkê nebe û bibe beşek ji hikûmeta ku di wê baweriyê de ye Kerkûk hatiye dagîrkirin.
" Partiya ku Kerkûkê bi dagîr dizane,nabe şerê posta serokkomarî û wezîrê derve bike."
Got jî: Her Kurdek, her siyasetmedarek ku piştî 16ê Cotmehê li Kerkûkê mabe, qehreman e û yên ji Kerkûkê derketin jî tirsonek bûn.
Berê Mesûd Barzanî ku serokê Herêma Kurdistanê bû razî nedibû ku nîvê Kerkûkê bimîne, lê niha em şanaziyê bi wê yekê dikin ku baregeheke me li Kerkûkê heye.
Kerkûkî dibin şahidê qurbaniyên YNKê
Xelkê Kerkûkê dibin şahidê qurbanîdana YNKê ji bo wî bajarî, piştî bûyerên 16ê Cotmehê YNKê ji bajêr derneket û biryar da ku li cem xelkê Kerkûkê bimîne.
Kargêrî Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aso Mamend ji PUKMEDIA re ragihand:“Di 3 salên şerê li dijî DAIŞê de, fermande, kadro, Pêşmerge û rêxistinên YNKê li eniyên şer bûn piştgirê Kerkûkê bûn. DAIŞ tenê yek kîlometre dûrî me bû, ji ber wê jî xelkê Kerkûkê û şehîdên me wê şahidiyê dikin ku di dema bûyerên referandomê û 16ê Cotmehê de me biryar da ku em li cem gelê xwe bin”.
“Di sala 2018’an de dema hilbijartinên Parlamentoya Êraqê hatin kirin, PDK’ê li Kerkûkê beşdarî hilbijartinan nebû û ji bo pêkhateyên din ên Kerkûkê derket qadan. Xweşbextane YNKê dengên baş bidest xist û îspat kir ku Kurd li Kerkûkê pirin, lê PDK beşdarî hilbijartinên parlemantoya 2021ê bû bêyî ku rewş bê guhertin, lewra em dibêjin em dikarin rûbirûyê nedadiyê bibin lê nabe qada siyasî li Kerkûkê bê valakirin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

