Serok Bafil: Çareyekê ji bo pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bibînin

Kurdistan 06:52 PM - 2023-09-12
Serokê YNKê li gel Balyozê Îranê yê Iraqê civiya Medyaya Serokê Yekîtiya Niştimanî

Serokê YNKê li gel Balyozê Îranê yê Iraqê civiya

Pêyiwendiyên Dîplomasî Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Debaşan pêşwaziya Mihemed Kazim El Sadiq Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de behsa çawaniya bihêz kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşhatên dawî yên li navçeyê hate kirin û tekez li ser yekxistina hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi hewlên Yekîtiya Niştimanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal de kir û got: “Hewldanên me ji bo derbaskirina vê rewşê berdewam in û em hêvîdar in ku çareseriyeke radîkal ji pirsgirêkan re zûtirîn dem were dîtin."
Xurtkirina peywendiyên dîrokî di navbera Herema Kurdistanê  û Îranê û berfirekirina danûstandinên ticarî mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku pêngavên hatine avêtin xizmeta berjewendiyên bilind ên her du aliyan dike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket