Di bûdceyê de tiştek bi navê dabînkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê nîne
Kurdistan 11:34 AM - 2023-09-12
PUKMEDIA
Serokwezîrê Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî piştrast kir ku tiştek bi navê “darayîkirina mûçeyan”bo Herema Kurdistanê nîne, belku pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê tê fînansekirin ku dike “%12.67 ji xerciya giştî ya dewletê. "Hikûmet bi erkên xwe yên li hember welatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê pabend e, lê pêwîstî bi "atmosfera bawerî û diyalogê heye."
Sûdanî îro Duşemê (11.09.2023) di hevpeyvînekê de ligel çend kanalên televizyonî de got: “Encûmena wezîran nikare qanûnê derbas bike, lê di çarçoveya desthilata wê de ye ku deyn dide herêmê da ku mûçeyên karmendan bidin.”
"Lêkolîn dê eşkere bike ku destê wan di xwîna welatiyên Kerkûkê de heye."Sûdanî behsa rewşa Kerkûkê û hilbijartinên wê kir û got: “Kerkûk jî weke parêzgehên din ji sala 2005an ve cara yekem e ku hilbijartinan li dar dixe.” Kurd û Tirkmen ji bilî pêkhateyên din dê nûnerên xwe hilbijêrin.”
Derbarê bûyerên ku xwepêşandana 2ê Îlonê li Kerkûkê qewimîn, wî got, “Lijneya lêkolînê ya ku ji bo destnîşankirina kesên xemsar bûne sedema teqînê, karê xwe didomîne, û tawanbar jî hene ku hatine desteserkirin. Ji wan 28 kesên ku di wêne û agahiyan de ji bilî teşwîqê çek hilgirtine û der barê wan de jî biryara girtinê hat dayîn.”
Wî bal kişand ser wê yekê ku encamên lêkolînê dê "aliyê ku destê wan di xwîna welatiyên Kerkûkê de hebûye, kî li Kerkûkê bû, dê ragihîne."
"Zimanê jimareyan dê biaxive"Derbarê şandina pişka Herêma Kurdistanê ya ji bûdceyê de jî got: “Em hemfikir in ku Serokê Parlamentoyê, Serokwezîr û Wezîran li derveyî yasayê nebin xwedî biryar, yasaya bûdceya me heye... Pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 e, ku ji qebareya xerckirinê tê fînansekirin."
Wî bal kişand ser wê yekê ku yasaya bûdceya salên 2023, 2024 û 2025ê bi zelalî dibêje, ku ez, wezîr û wezîrê darayî mecbûr in cîbicî bikin.
Ji aliyek din ve, wî “zehmetî” di dema cîbicîkirina yasayê bi tevahî, û derketina “pirsgirêka daxwaza mûçeyan” da zanîn.
Got jî: Em rûbirûyê mafekî niştimanî û exlaqî ne ku hikûmet û dewleta Îraqî ji hemwelatîyên xwe yên li herêma Kurdistanê daxwaz dike û got: Civata wezîran nikare yasayê paşguh bike, lê di desthilata wê de ye ku deyn bide ji bo ku mûçeyên karmendan bidin herêmê û di rûniştina dawî ya Lijneya Wezîran de me biryar da."
Serokwezîrê Iraqê di berdewamiya axaftinên xwe de got: Em bi berpirsyariya xwe li hember welatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ne wek pesindan û ne jî wek axaftineke dîplomatîk pabend in û di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya hebûna atmosfereke bawerî û diyalogê kir û ne ji wan re daxuyanî, û sûcdarkirin.”
Wî amaje bi wê yekê jî kir, ku "zimanê hejmaran dê biaxive" li ser mazûvaniya Wezîrê Darayî li Civata Nûneran ligel Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Em difikirin ku PDK Dadgeha Federal wekî meclîs dibîne
12:35 PM - 2024-05-07 -
Terorîstek tê girtin
11:15 AM - 2024-05-07 -
YNK ji bo 2 salan parêzgariya Kerkûkê razî nabe lê PDK razî ye
09:47 PM - 2024-05-06 -
Li Silêmanî û Helebce 2 emîr û 5 terorîst hatin girtin
09:37 PM - 2024-05-06
zêdetir tamaşe bike
Komîsyon: Nimûneyên pusûleyên dengdanê yên giştî û taybet hene
11:10 AM - 2024-05-07
Talebanî: Çavkaniyên me yên mirovî yên baş hene û ne rêxistinkirî ne
07:18 PM - 2024-05-06
Serok Bafil gihêşt Washingtonê
07:09 PM - 2024-05-06
Komîsyonê dest bi çapkirina pusulayên dengdanê kir
04:30 PM - 2024-05-06
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil gihêşt Washingtonê
Kurdistan 07:09 PM - 2024-05-06 -
Talebanî: Çavkaniyên me yên mirovî yên baş hene û ne rêxistinkirî ne
Kurdistan 07:18 PM - 2024-05-06 -
Wek parêzgehên din ên Iraqê genim jî ji cotkarên Kurdistanê tê wergirtin
Kurdistan 04:58 PM - 2024-05-06 -
Komîsyonê dest bi çapkirina pusulayên dengdanê kir
Kurdistan 04:30 PM - 2024-05-06 -
YNK ji bo 2 salan parêzgariya Kerkûkê razî nabe lê PDK razî ye
Kurdistan 09:47 PM - 2024-05-06 -
Li Silêmanî û Helebce 2 emîr û 5 terorîst hatin girtin
Kurdistan 09:37 PM - 2024-05-06 -
Rola mamostayên olî di perwerdekirina nifşan de heye
Kurdistan 08:07 PM - 2024-05-06 -
Komîsyon: Nimûneyên pusûleyên dengdanê yên giştî û taybet hene
Kurdistan 11:10 AM - 2024-05-07