Nêçîrvan Barzanî : Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina Iraq û Iranê ye

Kurdistan 11:44 PM - 2023-09-11
Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Îranê yê li Iraqê civiya PUKMEDIA

Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Îranê yê li Iraqê civiya

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim El Sadiqî qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim El Sadiqî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêşxistina peywendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotubêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du alî li ser rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê axivîne.
Herwiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstendinên ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan jî bûne mijarên wê civînê.
Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bal kişandiye ser girîngiya peywendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê re wekî cîranekî girîng ê Herêma Kurdistanê.
“Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina Îraq û Îranê ye”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de ye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku “Ew tu carî rê nadin ji Herêma Kurdistanê ti metirsiyeke ewlehiyê ji Komara Îslamî ya Îranê re çêbibe.”
Li aliyê din Balyozê Îranê Sadiqî jî bal kişand ser pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.
Li gorî daxuyaniyê, Sadiqî ji ber alîkariyên wî û hêsankirina veguhestina ziyaretkarên Îranê ji bo beşdarî merasima bîranîna Aşûrayê û çilê Îmam Husên bibin spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên di berjewendiya her du aliyan hatine gotûbêjkirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket