YNK slogana kongreya xwe eşkere dike
Kurdistan 05:09 PM - 2023-09-11
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi dirûşma “Nûbûn di kar de, hevdeng di biryarê de” pêncemîn kongreya xwe ya asayî lidar dixe.Komisyona Bilind a Pêncemîn Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amadekariyên xwe ji bo temamkirina erkên xwe bi hemû leza xwe didomîne û berdevka fermî ya karûbarên kongreyê dibêje:"Hefteya bê dê rênimayiyên têkildarî kongreyê ji bo mekteb û saziyên Yekîtiya Nîştimanî bên weşandin û konferans di roja xwe ya diyarkirî 27.9.2023 ‘an de li bajarê Silêmaniyê bê lidarxistin."
Amadekirina nasnameya endamên diyarkirî yên kongreyê
Berdevkê Fermî yê Kongireya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Talar Letîf di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: Derbarê amadekariyên kongreyê de got: “Amadekariyên lidarxistina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî berdewam in û komîsyonê biryar da ji bo organîzekirina nasnameya endamên hertimî yên Kongreyê , ku endamên niha û yên berê yên Encûmena Serkirdayetiyê, endamên Desteya Bilind a Siyaset û Berjewendiyan û Pêşmergeyên 1976’an tê de ne.”
Berdevkê her wiha got: Komisyona Bilind a Kongreya Pêncemîn dê li gorî mekanîzmaya ku di rêziknameya navxweyî de tê şopandin, rênimayiyên têkildarî kongreyê bo mekteb, navendên rêxistinî û saziyên Yekîtiya Niştimanî biweşîne.
Di pêkhateya Yekîtiya Niştimanî de guhertin wê çêbin
Berdevka Fermî ya Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî teqez kir: “Di kongireya pêncem de dê sererastkirinek di yasaya bingehîn de çêbibe û ev guhertin bi dengên endamên kongireya pêncem berovajî kongireya berê, dê bêne pesendkirin. Di çarçoveya kongreyê de di pêkhateya Yekîtiya Niştimanî de guhertin wê çêbin.”
Talar Letîf diyar kir: “Yekîtiya Niştimanî hertim ji bo nûkirin û bihêzkirina jiyana partiyê û saziyên xwe dixebite û di vê pêvajoyê de xwe dispêre şiyanên ciwan, jin û xwîna nû û dê beşdariyeke bi bandor a van di kongreyê de hebe. Her wiha eşkera kir: ‘’Yekîtiya Niştimanî bi yekdengî ji bo bidest xistina armanc û berjewendiyên xwe yên bilind ku berjewendî û daxwazên girseyên gelê Kurdistanê ne, kar dike.
Roja 20.08.2023ê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîna Mekteba Siyasî li Kerkûkê kir û biryar hat dayîn roja 27.9.2023’an , Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêncemîn kongreya xwe bi beşdariya 600 endaman li Silêmaniyê lidar bixe, berî ku beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibe û di 18.12.2023 û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25.2.2024 birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

