Tehran: Serdana Serok Bafil bo Îranê ti pêwendiya xwe bi rêkeftina ewlehiyê ya ligel Bexdayê re nîne
Kurdistan 04:12 PM - 2023-09-11
Medyaya Serokê Yekîtiya Niştimanî
Serok Bafil bi Wezîrê Derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir, ku serdana Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Tehranê ti pêwendiya xwe bi rêkeftina ewlehiyê ya navbera hikûmeta Iraqê û Îranê re nîne, belku di çarçoveya danûstandinên dualî de ye.
Di kongreya rojnamevanî ya heftane de,îro Duşemê 11.09.2023ê de, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku dema dawî ya rêkeftina ewlehiyê ya navbera Îran û Iraqê 19ê Îlona 2023an e û bi ti awayî nayê dirêjkirin. Ev mijar ji aliyê min û berpirsên din ên pêwendîdar ên Îranê ve bi fermî hatiye ragihandin, ew ji bo rayedarên bilind ên Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê hatiye veguhestin.”
Navbirî her wiha got: Xweşbextane heya niha hikûmeta Iraqê tedbîrên baş di vî warî de girtine û pabendbûna xwe bi rêkeftina ligel Îranê piştrast kiriye û serokwezîrê Iraqê jî vê dawiyê daxuyaniyên baş dan. Em hêvîdar in ku di dema xwe de pêkanîna tam ya vê peymanê bibînin.”
Kenanî bal kişand ser seredana berpirsekî Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Îranê û got: "Serdana karbidestekî Herêma Kurdistana Iraqê ji bo Îranê ti peywendiya xwe bi rêkeftina ewlehiyê ve nîne û di çarçoveya gotûbêjên dualî de hatiye kirin." Bafil Celal Talebanî bi serokatiya şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî çûye Îranê.
Bafil Celal Talebanî duh yekşemî 10.09.2023ê bi mebesta civîn û hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re gihîşt Tehrana paytexta Îranê.
Duh Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û îro jî bi Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Amir Ebdullahiyan re civiya.
Li aliyê Iraqê ve Şêwirmendê Asayîşa Netewî Qasim El-Erecî û ji aliyê Îranê ve jî Sekreterê Konseya Bilind a Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî hat îmzekirin û di wê protokolê de hevahengiya parastina sînorên hevpar ên di navbera her du welatan û xurtkirina hevkarî di gelek warên ewlehiyê de û rêgirtin li êrişên ser Îranê ji xaka Iraqê de hatiye.
Çavkanî: Wezareta Derve ya Îranê, Ajansa Nûçeyan a Îrna, Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil Talebanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

