Nermîn Mairûf: Êraq ji Herêmê daxwaza vegerandina 6 trilyon dînar dike
Kurdistan 05:14 PM - 2023-09-10
PUKMEDIA
D.Nermîn Mairûf
Lijneya Darayî li Parlamentoya Êraqê pêşwaziya Wezîra Darayî ya Hikûmeta Federalî derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kir û Dr. Nermîn Mairûf Wezîra Darayî amaje bi wê yekê kir ku Herêm zêdetirî 5 tirilyon dînar deyndarê Hikûmeta Federal e.
Dr.Nermîn endama Yekîtiya Niştimanî di komîtea darayî di Encumena Nûneran de di heyama hevpeyvîneke bi PUKMEDIA yê re derbarê civîna komîteyê de got: "Wezîrê Darayî li Hikûmeta Federal, Komîteya Darayî agahdar kir ku Wezareta Darayî Hikûmeta federal ji mafê xwe zêdetir pereyên darayî yên herêmê şandiye, ji ber ku danûstandinên di 6 mehên borî de di navbera Herêm û Bexda li ser bingeha rêkeftinê bûn û ne li ser yasaya bûdceya giştî bûn.”
Nermîn Mearûf dewam kir: “Li gor daxuyaniyên Wezîrê Darayî, Bexdayê pişka herêmê li ser bingeha (1 ji 12) li ser rêkeftina rasteqîne ya di navbera Herêm û Bexdayê de şandiye, li gorî vê rêkeftinê, wezîr dibêje ku pişka herêmê 2 trîlyon û 500 milyar dînar bû, lê li gor amaran dahata petrola Herêma Kurdistanê bûye nirxê neftê zêdetirî 8 trilyon dînar e, ji ber wê jî divê herêm 5 trîlyon û 800 milyar dînar vegerîne hikûmeta navendî.
Endamê Komîteya Darayî ragihand: Wezîrê Darayî û endamên Komîteya Darayî tekezî li ser çareserkirina kêşeyên darayî yên di navbera Herêm û Bexdayê de kirin û min jî weke tekane endamê beşdar di civînê de, berevanî li mafên Kurd kir li gorî yasay.”
Duh şemiyê komîteya darayî li civata nûneran pêşwaziya wezîrê darayî kir derbarê mûçeyên karmendên herêmê û “Dr. Cemal Goçer ji Yekgirtûya Îslamî, Dr.Îxlas Delîmî û dD.Xelîl Doskî ji partiya Demokrat , endamên Kurd ên Komîteya Darayî beşdarî civînê nebûn, Dr. Nermin Marûf, endama Yekîtiya Niştimanî di Komîteya Darayî de û yekane li ser navê Kurdan beşdar bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

