Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê: Li Kerkûkê sererastkirinên Rêveberî bê kirin
Kurdistan 11:18 AM - 2023-09-10
PUKMEDIA
Civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê
Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê civînek ji bo gotûbêjkirina
rewşa Kerkûkê û bi taybet bûyerên vê dawiyê ji ber baregeha Partiya Demokrat a
Kurdistanê lidar xist.
Di civînê de Mihemed Şîa El-Sudanî serokwezîr û bi
amadebûna Serok Ebdulletîf Reşîd Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Rêkan Helbûsî
û nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê hat
lidarxistin.
Bi hêzkirina ewlehî û aramiyêDi hevdîtinê de ku Aso Mamend û Xalid Şwanî wek nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade bûn, Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletî li ser rêyên bihêzkirina ewlehî û aramiyê li seranserê parêzgehê gotûbêj kirin, ku tê de gotûbêjên berfireh hatin kirin ku bi ruhê berpirsiyariyê ve girêdayî bûn.
Hevpeymaniyê rûdanên ku li Kerkûkê qewimîn û aloziyên ewlehiyê yên ku metirsî li ser aramiya sivîl û têkdana ewlehiya wê derê dêkirî şermezar kir û tekez kir ku ew tişta ku diqewime bi çi behaneyê be û ji aliyê her aliyekî ve karekî nayê qebûlkirin.
Berjewendiya serekî didin pêşHevpeymaniya Rêveberiya Dewletê tekez kir ku pêwîste hemû alî giringiyê bidin berjewendiya parêzgeh û welatiyên wê, û diyelog bimîme kilîtek bo dûrxistina cudahiyan û parastina pêkvejiyana aştiyane li Kerkûkê.
Hevpeymaniyê daxwaza pabendbûna bi gotareke niştimanî kir ku piştevaniya agirbestê dike û ewlekarî û aramiyê belav dike li parêzgeha Kerkûkê, ku bi taybetmendî û cihêrengiya xwe ku hertim bûye çavkaniya hêz û şanaziyê ji bo hemû mezheb, netewe û pêkhateyên Êraqî li parizgehê.
Çêkirina guhertinên îdarî li Kerkûkê
Her wiha Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê di civîna xwe de
biryar da ku komîteyek serkirdayetî pêk bîne da ku serdana parêzgeha Kerkûkê
bike, bi kar û çalakiyên fermî û civakî yên hemû pêkhateyên parêzgehê re
hevdîtinan pêk bîne û çareseriya pirsgirêkan û bi taybetî di serî de yê baregeh
û sererastkirinên îdarî li Kerkûkê bi awayekî ku hevsengiyê di navbera hemû
pêkhateyan de biparêze.
Piştgiriya biryara civata nûneran bo avakirina komîteyeke
parlementoyê ji bo lêkolîna li ser rastiyan li Kerkûkê, tekezî li ser pêwîstiya
eşkerekirina encamên lêkolînê ji raya giştî re û cezakirina her kesek ku destê
wan di bûyeran de hebe.
Pevçûn rawestînin û piştgirî bidin biryara Encumena Nûneran
Hevbendiyê herwiha pabendbûna aliyên hevpeymaniya
rêveberiya dewletê bi rêkeftina siyasî ya ku di minhaca wezîran de hatiye ku li
gorî destûr û destûrê ye û li Encumena Nûneran deng li ser hat dayîn, rawestandina rageşiya medyayê û
nîqaşkirina cudahiyên nêrînan di nava koalîsyona rêveberiya dewletê de.
Pabendbûn bi lidarxistina hilbijartinên encûmenên
parêzgehan di roja kanûna bê de û li parêzgeha Kerkûkê jî bê lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

