Wezîrên darayî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê ji bo parlamentoyê bên vexwendin

Kurdistan 06:21 PM - 2023-09-09
Wezîrên darayî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê ji bo parlamentoyê bên vexwendin PUKMEDIA

Wezîrên darayî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê ji bo parlamentoyê bên vexwendin

Aborî Parlemen

Komîteya Darayî her du wezîrên darayî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê vexwendiye ku çareseriyekê ji bo paşxistina mûçeyên Herêma Kurdistanê bibînin.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê di Parlamentoya Iraqê de, Dr. Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Parlamentoya Iraqê biryar da ku her du wezîrên darayî bo komîteya darayî û piştre jî bo parlamentoyê bên vexwendin.’’
“Armanca vexwandina her du wezîran ewe ku çareseriyekê ji bo pirsgirêka mûçegiran li herêmê bibînin. ‘’Dr.Biryar Reşîd got.
Pêştir berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember hikûmeta Iraqê bi cih aniye û ti behaneyek ji bo paşxistina mûçeyan nine.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Bassem Awadî jî  ragihand: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bi awayekî baş bi cih neaniye, ev jî bûye sedem ku pirsgirêkên  darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî baş nehên çareserkirin."
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket