Endamek serkirdayetî: Yekîtî parêzvanekî bihêz e ji bo mafên Kurdan li Kerkûkê
Kurdistan 08:31 PM - 2023-09-07
PUKMEDIA
Kerkûk
Ji destpêka aloziyên Kerkûkê ve Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewlên xwe bo nehiştina qeyranan û asayîkirina rewşa bajêr aktîv kiriye.
Di vê derbarê de endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Feryal Ebdullah di daxuyaniyekê de bo Radyoya Dengê gelê Kurdistanê got: “Bûyerên nebaş ên rojên borî li Kerkûkê qewimîn ajandayên siyasî yê aliyek diyarkirî li pişt bûn, ku ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî yên teng, xwest bi rêya hin kenalên medyayî yên xapandinê û kesên bikirê aramiya bajêr têk bibe .
Feryal Ebdullah herwiha got: “Ji destpêka aloziyan ve, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, serkirdayetiya wê û nûnerên wê di hikûmetê de, ji bo aramkirina rewşê û bidawîkirina aloziyan kar kirine ûlê başe ku rewş hate kontrolkirin û tekez kir ku “Bergeheke partiyê ne hêja ye ku ji bo xatirê wê xwîna xortê Kurd bê rijandin, Lê mixabin çar xort şehîdbûn û sedema vê yekê jî ew e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê xwest aloziyê çêbike.
Endamê Civata Serkirdayetî amaje bi wê yekê jî kir, ku armanca Partî ji alozîyê ew e ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê neyên kirin û ev yek jî zirarê dide Kurdan li wê derê, ji alîyê din ve me di Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê de çendîn car in. Daxwaza beşdarbûna aliyên Kurdistanî di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bi lîsteke yekirtî kir, ji bo vegerandina mafên pêkhateya Kurd, lê Partiya Demokrat ti carî piştevaniya yekrêziya rêzên Kurdistanê û lîsteya yekgirtî li Kerkûkê nekir. "
Feryal Ebdullah eşkere kir û got: “Em weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê berdewam bin li ser hewlên xwe bo xizmetkirina Kerkûk û gelê Kurd û emê bibin parêzvanê mafên Kurdan li wir û weke ku Serok Mam Celal her dem kar dikin ji bo avakirina Kerkûka Kurdistanê û dabînkirina mafên hevwelatiyan, niha Yekîtiya Niştimanî li ser şopa şehîdên neteweyê berdewam e.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

