Talebanî: Ger em nebin yek, emê winda bikin
Kurdistan 05:14 PM - 2023-09-06
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talabanî û Cho Kijong
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Cho Kijong civiya û got:“Di vê qonaxê de Kurd û Herêma Kurdistanê rûbirûyê metirsî û pirsgirêkên metirsîdar bûne û eger Kurd yekdeng nebin,nikarin li hember gef û metirsiyan rawestin.
Di hevdîtinê de ku roja Çarşemê 6ê Îlona 2023 li Hewlêrê bi helkefta bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, Qubad Talebanî pesna rola Cho Ki-Jong di pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de da , her wiha spasiya hikûmeta vî Wekatî kir ku ji dema azadkirina Iraqê ve beşdariya girîng û aktîf di piroseya avadankirina Kurdistan û Iraqê de kiriye.
Ji aliyê xwe ve konsulê Koreya Başûr spasiya Qubad Talebanî û ofîsa Cîgirê Serokwezîr kir ku di dema karkirina wî ya li Herêma Kurdistanê de alîkariya berdewam kirine.
Di beşeke din ya civînê de, pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî rûbirûyê fişar û gefên mezin in, bi rewşa niha ya ku aliyên siyasî yên Kurd di nava nakokiyeke nebaş de ne, li hember van zext û metirsiyan jî zehmet e Kurd li ber xwe bidin.
Talebanî got:“Tenê bijardeya Kurd û Herêma Kurdistanê di vê rewşa dijwar de ew e ku vegerin ser siyaseteke jîr û hekîm û di destpêkê de pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan bi lez çareser bikin, daku em bi yekrêzî rûbirûyê gef û metirsiyan bibin,eger em nebin yek, em ê winda bikin û rojekê em ê poşman bibin ku çima me derfeta mayî ji dest da û nekarî pirsgirêkên xwe yên navxweyî derbas bikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

