Ji baregehê bo baregehê... Partî dixwaze agirê fitne û parçebûnê li Kerkûkê gur bike

Kurdistan 01:52 PM - 2023-09-06
Bûyerên li Kerkûkê PUKMEDIA

Bûyerên li Kerkûkê

Kerkûk YNK û PDKê

Partiya Demokrat a Kurdistanê hewl dide ku agirê fitneyan li Kerkûkê geş bike û rewşa aram, pêkve jiyan û lihevkirinê li bajêr têk bibe.
Ew bi behaneya destdanîna ser baregehên Fermandehiya Operasyonên Hevbeş li ser wê yekê kar dike, lê ti pêwendiya wê bi rastiyê re,ger dixwaze baregehên xwe vegerîne  li Kerkûkê gelek hene bo çi naçe wir? Çima israr dike ku vê baregehê radest bike. Hemû mijar dikeve çarçoweya çandina nakokiyan di navbera pêkhateyên Kerkûkê de, ne veger û karê siyasî.
Û eger heta vê astê baregehên xwe pê bihane, sala borî baregeha wî ya sereke li paytext Bexdayê ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin, û wî peyvek jî negot, belkî daxuyaniyeke şermokî belav kir, ji ber wê ji ji me re diyar e ku ew naxwaze vegere Kerkûkê, belku dixwaze agirê fitne û şerê di navbera pêkhateyên wê de gur bike.

Pirsgirêkan çêdikin û tevliheviyê derdixin

Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Rabîhe  Hemed ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li Kerkûkê qewimî û pirsgirêkên Partiya Demokrata Kurdistanê derketine cihê ne rihetiyê ye ji welatiyên Kerkûkê re.
Herwaha got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina bajarê Kerkûkê qurbaniyên mezin dan û ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê dike ji bo derxistina pirsgirêk û tevilheviyê ye.

Bicîhanîna acandeyên derve

Xanim Rabîhe Hemed dibêje: Armanca partiya Demokrat ne ew e ku baregehê bi dest bixe, ji ber ku sala borî xwenîşanderan baregeha wê li paytext Bexdayê şewitandin û ti helwestek dernexist, belku tenê daxuyaniyeke şermokî belav kir.
Got jî: Tişta ku li Kerkûkê rû dide, bûye pirseke navçeyî û bername û ajandayên derve li pişt wê yekê ne û hinek jî hene ku roleke nerênî li Kerkûkê dilîzin û dixwazin bi rêya Partîya Demokrat ajandayên xwe li bajarê Kerkûkê cîbicî bikin. Hemû hewldanên wan ji bo afirandina pirsgirêkan, çêkirina qeyranan û paşxistina hilbijartinên ku biryar e piştî demekê bên lidarxistin, ne.

Armanckirina piroseya hilbijartinê

Kadroyekî pêşkeftî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê Omer Rida Mamo ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li Kerkûkê diqewime, lêdana hilbijartinan û dirustkirina rewşeke bêhêvîtiyê ye di nav welatiyan de ji ber beşdarnebûna di hilbijartinan de.
Got jî: hinek alî di wê bawerîyê de ne ku Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê di hilbijartinên parêzgehên Kerkûkê de bibe yekem serkeftiyê Kerkûkê û hemwelatiyên Kerkûkê jî bi başî dizanin ku tişta diqewime komployek li dijî wan e û daxwaz ji wan dikin ku hilbijartinan baykot bikin.

 

Partiya Demokrat naxwaze vegere Kerkûkê

Omer Rida Mamo dibêje: Tişta ku li Kerkûkê û baregehên ku li ser rêya Hewlêrê qewimîn, hinceteke Partiya Demokrat e ku rewşê xera bike û tevliheviyê çêbike, ji ber ku naxwaze vegere Kerkûkê.
Got jî: Partîya Demokrat li Kerkûkê gelek baregehên xwe hene, çima wan bi kar nayîne, eger naxwaze aloziyê çêbike çima tenê li ser vê baregehê îsrar dike, her kes dizane ku dixwaze pirsgirêkan çêbike û rewşa ewle û aram li Kerkûkê têk bibe.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket