Daxwaz gihandin serokwezîrê Federal
Kurdistan 11:19 AM - 2023-09-04
PUKMEDIA
Dîlan Xefûr
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştrast kir ku wan
daxwazên xelkê Kerkûkê gihandine Serokwezîrê Federalî Mihemed Şiya El-Sûdanî.
Nûnerê Dîlan Xefûr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re
ragihand: Parlamenterên Kerkûkê bi Serokwezîrê Federalî Mihemed Şiya El Sûdanî
re li ser rewşa parêzgeha Kerkûkê civiyan û em jî wek parlamenterên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza berdana hemû girtiyan û rawestandina
serdegirtinên malan kir.
Wê got jî: Min ji serokwezîr re got ku ev civîn pir dereng
hat, ev 6 roj in xelk li ser cadeyan in û divyabû ev civîn berî rijandina xwîna
şehîdên me bihata lidarxistin da ku awayî dîroka tal a demê Rêjîma Beasê ya
hilweşiyayî dubare nabe, ez behsa radestkirina baregehekê nakim, ez behsa
destwenedana serokwezîr di heyama borî, gelo van hevdîtinan piştî rijandina
xwînê ciwanan sûdê dide?
Nûner Dîlan Xefûr got: Me di civînê de behsa paşguhkirina
Kurdan û nebûna hevsengiya di postên ewlekarî û îdarî yên Kerkûkê de jî kir, ku
ev yek cihê çend pirsgirêkan e û piştî gotûbêjên berfireh, me bi fermî çend
daxwaz pêşkêş kirin da ku bilez bicih bînin.
Wê got: Me daxwaza berdana hemû girtiyan kir, ku
xwepêşanderan ceza nekin û dest ji serdegirtina malan berdin û herwiha
qerebûkirina şehîd û birîndarên xwenîşandanan û lêkolîna li ser îşkencekirina
xwepêşanderên girtî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

