Yekîtî daxwaza aramiyê dike û Partî jî daxwaza tundûtûjiyê û talankirinê dike

Kurdistan 01:32 PM - 2023-09-03
Bûyerên li Kerkûkê PUKMEDIA

Bûyerên li Kerkûkê

Kerkûk

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hinceta vegerandina baregehên xwe li bajarê Kerkûkê hewl da ku pirsgirêkan çêbike û tundûtîjiyê çêbike, naxwaze vegere Kerkûkê belku dixwaze pirsgirêkan çêbike û tevlîhevî û kiryarên tundûtûjiyê çêbike. Bûyerên ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên Kurd ên bêguneh, berovajî vê yekê Yekîtî hemû hewlên xwe ji bo parastina pêkvejiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de dide.

 

Hewldana têkbirina rewşa Kerkûkê

Kadroyê pêşkeftî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê Dr.Remedan Cebarî ji PUKMEDIA re got aloziyên ku Partiya Demokart li Kerkûkê derdixe tenê muzeyedeyên siyasî û piropagendên hilbijartinê ne.
Got jî: Tişta ku duh li Kerkûkê qewimî, destên veşartî li piş hene ku ji alîyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve piştevaniya wan tê kirin, bo tevilhevkirina rewşa aram a Kerkûkê.
Ne li ser vegerandina baregehan e
Dr.Remedan Cebarî dibêje ku: Tiştê ku Partiya Demokrata Kurdistanê li ser vegerandina baregehên xwe dibêje, ne rast e lê ji bo derxistina pirsgirêkan e.
Got jî: Partiya Demokrat karîbû bi rêyên aştiyane û bi rêya hikûmeta federal baregeha xwe li Kerkûkê werbigire û ya ku li Kerkûkê qewimî, karesateke mezin bû ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyên bêguneh.

Partiya Demokrat naxwaze vegere Kerkûkê
D.Remedan got jî: Partiya Demokrat a Kurdistanê daxwaz ji xelkê dikir ku xwepêşandanan bikin, û bi rêya alîgirên xwe xwest ku qeyran û kêşeyan çêbike, ji ber ku bi ti awayî naxwaze vegere Kerkûkê, belku dixwaze pirsgirêkan çêbike, û ev mijar ji aliyê hemû xelkê parêzgeha Kerkûkê ve tê zanîn. Got jî: Kerkûk berî wê yekê aram û ewle bû, lê kêşeya ku ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve hatî çêkirin rewşa aram têk bir.

Ajandayên siyasî li pişt bûyerên Kerkûkê ne
Kadroyekî pêşkeftî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê Ebdullah Mêrwês Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li Kerkûkê qewimî, li pişt wê ajandayên siyasî hene û eger PDKê navenda xwe bixwesta, dikarî bi rêyên yasayî werbigirta. Lê mixabin tenê welatiyan baca wan kiryara xirab ya hindek alîyan dan, nexwe xwepêşandana aştîyane mafekî garantîkirî ye bo hemûyan.
Muzayedeyên siyasî li ser xwîna welatiyan
Ebdullah Mîrwês Hesen dibêje: Tiştê ku li Kerkûkê qewimî di warê tundûtûjiyê de ku welatiyên bêguneh kuştine, serkirdeyên Partiya Demokrat li baregehên xwe û cihên taybet rûniştine û daxuyanî û axaftinên bi dengekî bilind belav dikin.
Got jî: Tiştê ku Partîya Demokrat dike ji bo pirtir propagandayên sîyasî û helbijartinan e, eger nebe hemû baregehên partîyên Kurdistanî li Kerkûkê ne  hêjayî dilopek xwîna ti welatiyekî Kerkûkê ye.

PUKMEDIA taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket