YNKê li dijî girtina rêyan û xwepêşandanên Kerkûkê daxuyanî da

Kurdistan 09:05 PM - 2023-09-02
Logoya YNKê PUKMEDIA

Logoya YNKê

Freksyona YNKê li Êraqê YNKê Kerkûk

Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê peyamek ji her sê serokatiyên Iraqê re şand û got, em li dijî girtina rêya sereke ya navbera Kerkûk-Hewlêrê ne ku ji bo welatiyan bargiraniyek mezin çêkiriye, her wiha ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê em daxwaz  ji we dikin ku tedbîrên bilez bigirin. “Em li ser xetê ne û hemû tedbîrên yasayî ji bo cezakirina her kesê ku bixwaze rewşa Kerkûkê aloztir bike, ji bo masiyan di avên gemar de warbigrin.’’
Nivîsa Peyama Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê
Birêz Serokomarê Iraqê
Birêz serokwezîrê civata wezîrên Îraqê
Birêz serokê civata nûnerên Îraqê
Birêzan, piştî girtina rêya serekî ya navbera Kerkûk û Hewlêrê ji aliyê hejmarek xwepêşanderan bo valakirina avahiya Fermandehiya Hevbeş a Iraqê li Kerkûkê û radestkirina wê bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) , Kerkûk di rewşeke ne aram re derbas dibe.
Em weke Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê  dijî girtina rêya sereke ya navbera Kerkûk-Hewlêrê ne ku ji bo welatiyan bargiraniyek mezin çêkiriye, daxwaz  ji we dikin ku tedbîrên bilez bigirin bo asayî kirina rewşa Kerkûkê.
Di heman demê de em bang li hemwelatiyên Kerkûkê ji hemû pêkhateyan dikin rê nedin aramiya Kerkûkê û jiyana hevbeş a aştiyane li wî bajarî ji bo armancên siyasî yên hinek aliyan bikeve metirsiyê.
Weke fraksiyona YNKê em li ser xetê ne û hemû tedbîrên yasayî ji bo cezakirina her kesê ku bixwaze rewşa Kerkûkê aloz bike û di nav avên gemar de masî  bigire werbigirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket