Di belgeyên rêjîma Beis de xiyaneta 31’ê Tebaxê ya Partiya Demokrat

Kurdistan 12:42 PM - 2023-08-31
Xiyaneta 31 tebaxê PUKMEDIA

Xiyaneta 31 tebaxê

Partiya Demokrat Hewlêr 31 Tebaxê

Bîranîna xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an bi ser me re derbas dibe ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hat kirin, dema ku artêşa rêjîma hilweşiyayî ya Beis û tankên wê anîn Parlamentoya Kurdistanê, bi  hezaran xelkê Kurdistanê ji bajarê Hewlêrê koçber bûne

Belgeyên îstixbarata leşkerî roja piştî xiyanetê
Di belgenameyekê de ku ji aliyê Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ve hatiye belavkirin, behsa bûyerên neasayî yên di 1ê Îlona 1996an de li Hewlêrê qewimîn dike û tê de dibêje: “Yekîneyên artêşa Êraqê rêya Şestî ya bajarê Hewlêrê ji aliyê Eyn Kawayê ve kontrol kirin û hêzên Partiya Demokrat li gel wan bûn, ev yek piştrast kiribû ku hêzên rêjîma Beis li Hewlêrê kontrol kirine.

Oparesyonên talankirina Partiya Demokrat li Hewlêrê
Belgeyên ku ji aliyê îstixbarata leşkerî ya rêjîma Beis ve hatine belavkirin nîşan didin ku "Grûpa Mesûd naveroka baregeha Yekîtiya Niştimanî û saziyên fermî û dezgehên berpirs û endamên Yekîtiya Niştimanî û welatiyên li Hewlêrê vala dike.

Avakirina xetên parastinê
Di belgenameyên rêjîma Beis de ku ji serkirdeyên xwe yên bilind ên li Bexdayê re derxistine tê gotin ku "agahiyên li ser mandina hin serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî li Hewlêrê ji bo parastinê û avakirina hêzên din ên hêlên berevaniyê  li Dîkla û derdora Koye ji bo rawestandina êrîşan û belge jî piştrast dikin ku hêzên rêjîma Beis piştî çend salan di çeperên berevaniyê de erkên xwe bi awayekî baş li Hewlêrê bi cih anîne.

Lewaziya karîna hêzên Mesûd
Belgeyeke din a girêdayî Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Leşkerî ya rêjîma Beis piştrast dike ku xebatên pêkhateyên koma Mesûd Barzanî di paqijkirina kome û bajarokan de bi taybetî li Hewlêrê, tevî ketina me ya nava bajêr hîna hêdî ne. pêwîstî bi plansaziyeke baş heye ji bo ewlekirina parastina bajêr di egera vegera yekîneyên me bo cihên xwe yên berê, “Ev îtîrafek eşkere ye li ser wê yekê ku hêzên Partiya Demokrat nekarîn êrişî bajarê Hewlêrê bikin, eger tankên Beis û rêkeftina ligel rêjîma Sedam Husên nebûya.
Belgeyên hikûmeta wê demê ya Êraqê diyar dikin ku di navbera hêzên pasdarên komarî yên li navenda bajarê Hewlêrê û otombêlên cuda yên cengê yên grûpa Mesûd de hevbendî heye, ku ew di navbera taxên bajêr de ji bo talankirin, kuştinê diçûn ji bilî  êrîşên din li ser pere û xelkê li bajêr.

Helwesta rêxistinên navneteweyî û mirovahî
Di pirtûkên fermî yên nihênî yên rejîma Beis de di 31ê Tebaxa 1996an de hat gotin ku “rêxistinên mirovî û dezgehên Neteweyên Yekbûyî talîmata derxistina belge û alavên wan ji Hewlêrê bo herêmên din derdixin.” Ofîsên van rêxistinan binpêkirin û êrîşên li ser ofîsên wan tomar kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket