D.Esker Boyk: Mam Celal ji bo Kurdan semboleke netewî bû

Kurdistan 11:52 AM - 2023-08-31
 D.Esker Boyk PUKMEDIA

D.Esker Boyk

Serok Mam Celal 31 Tebaxê

Pêşkêşkarê bernameya Rojava li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê Hozan Efrînî di hevpeyvîneke taybet de ligel nivîskarê mezin ê Kurd Dr.Asker Buyk ku kurdê Ermînyayê ye ku li Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê û bi destpêşxeriya Nivîsîngeha Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, platforma Kurmancî hate avakirin, ku serperiştiya wê malpera elekteronîk û rojnameyeke bi navê (Xalat) dike, ku tê de hemû nivîskar, hunermend, helbestvan û rewşenbîrên kurmanc li derveyî welat û hundirê welêt de têde ne Hûn vê gavê çawa dinirxînin?

Di bersiva Dr.Esker Boyk got ku dîrokê hîşt ku Kurmanc bi gelek zerave biaxifin û zeraveya ku beşeke mezin ji kurd pê diaxifin kurmancî ye , li başûrê Kurdistanê bi Soranî diaxifin.
Û hin beşên li rojhilatê Kurdistanê?
Pêwîst e hin kes bibêjin divê em zimanekî hevbeş ji bo gelê kurd ava bikin, êdî dem hatiye ku dewleta kurdî bê yek ziman e, pêwîst e zaravaya soranî û kurmancî pêş bikeve. Bi vê boneyê ez pêngava ku li Silêmaniyê ji bo avakirina platforma Kurmancî hatiye avêtin ku gaveke dîrokî û hêja ye ji bo xizmetkirina ziman û çanda kurdî silav dikim û we ji nêz ve dişopînim. Wek tê zanîn helbestvan û helbestên me yên klasîk bi piranî Kurmanc in (Ehmedê Xanî, Melacizîrî, Faqî Teyran, Cîgerxwîn.)

Min li ser dîroka Êzdî di sedsala 11-an de heta îro xebitîme, her tişt Kurmancî ye, divê em zimanê xwe pêş bixin û li ser bixebitin û mekanîzmaya xebatê jî dê wek soranî be, wek zaravayên zazakî, loranî, kurmancî û yên din. Ji ber vê yekê platforma Kurmancî (Sekoya Kurmancî) gaveke pir baş e.
Ez vê jî bibêjim ku bajarê Silêmaniyê bajarekî dîrokî, çandî û rewşenbîrî ye û di warê hizrî û çandî de di dilê me de gelek pêşketiye. Bajarekî xweş e û bajarekî kurdewarî û rewşenbîrî ye.
Derbarê erkê rewşenbîrên Kurd de jî Esker tekez kir ku erkê rewşenbîrên Kurd e ku di nava xwe de yekîtiyê pêk bînin.

Derbarê helwest û nêrîna xwe ya li ser tekoşîna dîrokî ya serokê nemir Mam Celal de, Dr.Esker  dibêje ku ez wek nivîskar zanim ku Mam Celal ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê her tiştê xwe yê bi qîmet û giranbuha feda kir” Di nav civaka me ya Kurdên Êzidî li Ermenîstanê de xwedî navûdengek mezin bû û niha ez mezinatî û nirxa wî ji bîr nakim dema ku bû serokê dewleta Êraqê wê demê ez di nav Komeleya Mala Êzidiyan de bûm û serokê wê bûm û bi navê komeleyê min pîrozbahî ji Serok Mam Celal re şand, bi rastî min Mam Celal bi xwe nedît û nas nekir, lê Mam Celal serokekî navdar û mezinê kurd bû û Dikarim bibêjim ku wî wek sembolek netewî ya Kurd û têkoşerekî dilsoz, bi xaka xwe û dadperweriya doza gelê xwe yê Kurdewarî mohra xwe li rûpelên dîrokê hîşt û em wê yekê serbilindiyekê ji xwe re dibînin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket