Misir rola serokê nemir Mam Celal bilind nirxand

Êraq 10:51 PM - 2023-08-30
YNKê PUKMEDIA

YNKê

YNK Bexdad Pêyiwendiyên Dîplomasî

Şanda Balyozxaneya Misirê bi serokatiya Dr.Şerîf Elî Alîkarê Balyozê Misrê îro Çarşemê li Bexdayê serdana Navenda Rêxistinên Bexdayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  kir û xanim Rebîha Hemad berpirsa navendê , hejmarek ji kadro û endamên navendê pêşwaziya wan kirin.
Şandeyê rola serokê nemir Mam Celal û kûrahiya peywendiyên Iraq û Misirê bilind nirxand.
Li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî diyalog hat kirin.
Aliyê Misrî nerazetiya   xwe li hember rewşa niha ya Kurdistanê nîşan da û ji ber rêveberiya xelet tirsa paşeroja herêmê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Rebha Hemed bixêrhatina şanda mêvan kir û tekezî li ser kûrahiya peywendiyên dîrokî yên di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Komara Erebî ya Misrê kir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket