Tirsa ji hilbijartinan û 31ê Tebaxê PDK li Kerkûkê tevlihev kiriye
Kurdistan 08:22 PM - 2023-08-29
PUKMEDIA
Kerkûk
Bi nêzîkbûna xiyaneta 31ê Tebaxê û tirsa hilbijartinan, PDK matmayî maye û plana têkdana aramiya Kerkûkê dimeşîne.Heta duh jî PDK îdia dikir ku bi rûmet û ala Kurdistanê vegere Kerkûkê û Berpirsê maddeya 140 a Kerkûkê jî got : “PDK tenê petrola Kerkûkê dixwaze û guh nade xema xelkê."
PDK tenê xema petrola Kerkûkê dikeBerpirsê ofîsa cîbicîkirina madeya 140 a Kerkûkê birêz Reş Sadiq ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:"Niyeta PDK'ê tine ku vegere Kerkûkê,tenê Kaosê vedigerîne bajêr ji bo têkbirina aştiyê û ya ku niha dike jî bi agir dilîze.’’
Rêzdar Reş Sadiq got: “Bêguman PDK tenê petrola Kerkûkê dixwaze û di xema xelkê de nine, ji ber ku hertim bûye sedema nearamiya nav bajêr û aloziyê bo xelkê Kerkûkê.’’
PDK li Kerkûkê kaosek çêkirTirsa ji hilbijartinan û salvegera xiyaneta 31ê Tebaxê bûye sedem ku PDK li Kerkûkê komployan bike, lê li Bexda û Mûsilê şerê postan dike û ji bo berjewendiyên teng ên hizbî Kurdayetî daye aliyekî.
Parlamentera Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona YNKê li Kerkûkê Sebah Hebîb ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: "PDKê weke pîşeya xwe ya asayî li Kerkûkê alozî çêkir, da ku xiyaneta 31'ê Tebaxê veşêre û bala xelkê bikişîne. PDK dizane ku li Kerkûkê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê xelq deng nadê.’’
Hebîb di berdewamiya axaftina xwe de got: "PDKê şerê postên Bexda û Mûsilê dike û têkdana rewşa Kerkûkê dike. Yên li pişt aloziyan hevalbendên PDKê ne, lê wek berê YNKê ti carî dest ji Kerkûkiyan bernedaye, emê rê li komploya xiyanetkaran bigirin."
PDK dixwaze xiyaneta 31’ê Tebaxê veşêreDi daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin, malbenda duyem a YNKê li Kerkûkê ragihand: “Bi nêzîkbûna xiyaneta mezin a 31ê Tebaxê û taya hilbijartinên encumenên parêzgehan PDK ji bo veşartina xiyaneta mezin li hember gelê Kurd, çend roj in li Kerkûkê bi behaneya vegerandina baregehên xwe, gelek alozî li kar û kesayetiyên welatiyên Kerkûkê çêkirine.”
Her wiha got:“Ew aliyên ku rêya sereke ya navbera Kerkûk û Hewlêrê girtine, dostên PDKê ne, beşek ji wan li Hewlêrê ne û beşek ji wan jî hevpeymanên proseya siyasî ya wan li Bexdayê ne.’’
Di daxuyaniya malbenda duyemîn a YNK'ê ya Kerkûkê de wiha hat gotin:“Ev pêngava PDKê ji xelkê Kerkûkê re ne xerîb e û di dema borî de gelek pirsgirêk çêkirine, ji ber wê jî ev bûyera niha rû dide, hevdem e ligel xiyaneta 31ê Tebaxê, ji bo jibîrkirina vê dîroka tal ku bi ser gelê me de anîn. ‘’
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim piştgîrî û berevaniyê li mafên xelkê Kerkûkê kiriye û hewl daye pêkhateyên bajêr bi hev re bijîn û di dema aloziyan de Kerkûk terk nekiriye, heta niha jî dema ku PDK û hevalbendên wê dixwazin aloziyê li Kerkûkê derbixin, YNKê rê li ber wê yekê digire, ji ber ku têkdana aramiya Kerkûkê ji bo YNKê xeta sor e û YNK û Kerkûk du hevdu ne û dîrok jî ev yek îsbat kiriye.
Di hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê yê berê de YNKê daxwaza yek lîste ji partiyên Kurdistanî kiribû, lê PDKê ji ber berjewendiyên teng beşdarî wê hevpeymaniyê nebû û bi hejmarek partiyên tirkmen re hevpeymaniyeke cuda pêk anî û bi vî awayî dengê kurdan li bajêr perçe kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

