Ji bo aktîvkirina têkoşînê û xizmeta gel ber bi kongireya pêcemîn ve

Kurdistan 12:20 PM - 2023-08-28
Civîna Encûmena Serkirdatiyê li Hewlêrê PUKMEDIA

Civîna Encûmena Serkirdatiyê li Hewlêrê

YNK Kongreya Pêncemîn a YNKê Serok Bafil

Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê duh yekşemî 27.9.2023 bi serperiştiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî civiya.

Di civînê de ku li avahiya mekteba Siyasî ya bajarê Hewlêra paytext birêve çû, behsa amadekariyên dawî yên ji bo lidarxistina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ku biryar e roja 17.09.2023ê bê lidarxistin, hat kirin.

Armanca konferansê biserxistina bernameya xizmeta gel e
Di destpêka civînê de Serok Bafil bal kişand ser girîngiya konferansê di jiyana hizbî ya Yekîtiya Niştîmanî û têkoşîna siyasî de û wiha got: “Lidarxistina konferansê ji bo aktîvkirin û pêşxistina têkoşînê ye ji bilî serxistina bernameya xizmetkirina gel û baştirkirina jîyana welatiyan e, ku bingeh û bernameya stratejî ya bihêz a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di heyama guhdarîkirina pêşniyar û nêrînên endamên Encumena Serkirdayetiyê û piştevaniya wan ji bo lidarxistina konferanseke serkeftî û yekgirtî pesna ruhê hevaltiyê da û bilind nirxand, Û wî tekez kir ku "Emê bi alîkariya Xwedê konfêranseke serketî bi dest bixin, û emê bi hev re biçin konferansê û bi hev re jî bi serkeftî jê derkevin.
Serok Bafil jî pêşniyar kir ku "di konferansa rêhevalên têkoşer de meclîseke bibandor bê avakirin, ku xwedî giranî û desthilatdarî be û ji me re bibe alîkar ku em di karên xwe de biserkevin."
Di dawiya civînê de Serok bang li endamên Encûmena Serkirdayetiyê kir ku bi serbilindî ber bi rêhevalên xwe ve biçin û ji bo konferanseke serkeftî têkoşîna federalî aktîf bikin.

Yekemîn konferansa ku di dema xwe de pêk tê
Ji aliyê xwe ve, Berdevka Karûbarên Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Telar Latîf di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA ragihand: "Di civînê de, prensîb û mekanîzmayên Beşdariya endaman di kongreya pêncem de hat pêşkêşkirin û Serok Bafil Celal Talebanî behsa rêkarên  girêdayî Komîteya Amadekar û rêkarên peyrewî kir." bi yekdengî li ser hemû pirensîp, mekanîzma û rêkarên girêdayî komîsyonê û konferansê, ku piştre di civîna Mekteba Siyasî de were pesendkirin.
Wê herwiha got: “Konferansa ofîs û navendên rêkxistinê dê di heyamên bê de ji bo hilbijartina endamên kongireya giştî were lidarxistin û karê pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî dê du sê rojan bidome. Konferansa yekem di roja xwe ya diyarkirî de were lidarxistin û hemû endamên Encumena Serkirdayetiyê bi ruhekî berpirsyarî beşdarî civînê bûn di gotûbêj û diyalogan de".
Telar Latîf di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihandibû: “Di civîna Mekteba Siyasî ya ku duh yekşemî beriya nîvro pêk hat, biryar hat dayîn ku hejmara endamên Kongireya Pêncemîn a Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji 600 endaman pêk tê û Mekteba Siyasî jî ev biryar pesend kir."

Biryara wêrek
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Stran Ebdullah di daxuyaniyekê de ragihandibû, biryara Serok Bafil Celal Talebanî ya lidarxistina pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ye. biryareke  wêrek e û endamên Yekîtî pesnê vê biryara giring didin, çawa ku biryara lidarxistina konferansê li bajarê Kerkûkê tekez dike ku Kerkûk di dilê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.
Got jî: Civîna Mekteba Siyasî û Civata Serkirdayetî ya li Hewlêrê giringîya Hewlêrê ji bo Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê piştrast dike û Hewlêr giringîya xwe ya siyasî û dîplomasî heye.

Em ê konferansê bikin cejna serketinê
Endama encûmena serkirdatiya Yekîtiya Niştîmanî Hesîbe Ebdullah derbarê lidarxistina konferansê de got: Emê konferansa pêncem bikin cejna serkeftinê.
Derbarê heman mijarê de endamê Encûmena Serkirdayetiyê Beston Saboraweyî jî got: Di pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî de hemû rêhevalên Yekîtiyê wê pîrozbahiyê li hev bikin û em hemû jê serketî derkevin.

Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 20.08.2023ê li bajarê Kerkûkê bi çavdêriya Serok Bafil civiya. Ji bo vejandina endamtiya Yekîtiya Niştimanî, di civînê de biryar hat dayîn ku pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî di 27.9.2023 de were lidarxistin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket