Talebanî û Mark Straw: Divê azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê kêm nebe
Kurdistan 07:04 PM - 2023-08-23
Ofîsa Ragihandinê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Mark Straw
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir û di wê hevdîtinê de çendîn mijarên balkêş ji bo her du aliyan hatin gotûbêjkirin.
Di civîna ku roja 23-8-2023 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şadala hat lidarxistin, Qubad Talebanî pîrozbahî li Mark Straw kir ji ber destbikarbûna wî weke Konsulê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka di heyama karkirina wî de zêdetir pêşde biçin.
Di civînê de rewşa azadiya derbirrînê û rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin û her du alî hevdeng bûn ku, herêm di warê azadiya derbirrîn û rojnamevaniyê de paşve neçe, belku pêwendiyekî saxlemtir û pîşeyî di navbera desthilatên siyasî û medyayê de hebe.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa çalakvan û rêxistinên civaka sivîl hate gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya zêdetir alîkariya rêxistinên civaka sivîl li hemû bajar û bajarokên herêmê hate kirin.
Di mijareke din de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hat kirin û di vê derbarê de Qubad Talebanî tekez li ser berdewamiya proseya çaksaziyê û dûrxistina wezaretê ji nakokiyên siyasî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

