Yekîtiya Niştimanî û Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya yekxistina Pêşmerge dikin
Kurdistan 04:22 PM - 2023-08-22
PUKMEDIA
Yekîtiya Nîştimanî bi yekgirtina hêzên Pêşmerge re ye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim destpêşxeriya piştgiriya yekxistina hêzên Pêşmerge bû û heta niha jî berdewame.Di vê çarçoveyê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê ku beşek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne ku piştgirya Yekgirtina û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin ji bo vê zêdetir 30 civînên dîplomatîk û serbazî ligel şandên navdewletî kirine , ji aliyekî din ve, rêgirî di aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve heye, ku piraniya hikûmetê kontrol kiriye û astengkirina pêvajoya yekbûnê bi hincetên cuda dike.
Serok Bafil : Avakirina hêzeke neteweyî ya zexmSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di hevdîtina xwe ya dawî de li gel Fermandarê Giştî yê berê yê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê General Matthew MacFarlane got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû şêweyan piştgiriya yekgirtina hêzên pêşmerge dike û daxwaza avakirina hêzeke niştimanî ya bihêz bo parastina Kurdistanê dike, lê bi dadperwerî û dûr ji berjewendiyên taybet."
Yekîtiya Niştimanî piştgiriya yekgirtina Hêzên Pêşmerge dikeCîgirê Serokê Lijneya Karûbarên Pêşmerge di civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de Osman Sêderî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Serok Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê Qubad Talebanî hertim tekez dikin di hevdîtinên xwe yên li gel serkirdeyên leşkerî yên navxwe û navdewletî de li ser yekgirtina hêzên Pêşmerge, lê Partiya Demokrata Kurdistanê xwedî çendîn ala û pêkhateyên leşkerî ye, ji ber wê jî naxwaze hêzên Pêşmerge bibe yek.
Sêderî her wiha got: “Di nav hikûmetên berê de hewlên cidî ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge hebûn, lê di vê hikûmetê de, ne tenê ev hewldan nehatine aktîvkirin, belkî astengî li pêşiya pêkanîna proseyê û hewlên heyî tên danîn. Di vî warî de ji aliyê Partiya Demokrat ve jî hincetan bikar tîne."
Serhişkî herêmê ber bi çolê ve dibeCîgirê Serokê Lijneya Karûbarên Pêşmerge di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de tekez dike ku, eger hişyariyên hevpeymaniya navdewletî li ber çav neyê girtin, rewşa navçeyê ji ya ku di dema referandumê de qewimî baştir nabe me bi serhişkî û nelihevkirinê %51 axa Kurdistanê ji dest da."
Derbarê hewlên komîteya wan bo yekxistina hêzên Pêşmerge de jî, Osman Sêderî dibêje: "Me çendîn car di Komîteya Karûbarên Pêşmerge de hewl da û projeyên yekxistina Hêzên Pêşmerge pêşkêş kir, lê guh nedan me. Wezareta Pêşmerge di nebûna wezîr de bi talîmat û fermanên hizbî gelek tedbîrên neyasayî girtin û karê wezaretê xiste bin pirsê.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

