Endamekî berê yê encumena navendî ya YNKê hat kuştin
Kurdistan 10:49 AM - 2023-08-19
PUKMEDIA
Niyaz Dargalayî
Endamê berê yê Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Niyaz Dargalayî li baxçeyê xwe yê Ranya bi guleyan hat kuştin.
Endamê Encûmena Şêwirmendiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamê berê yê encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û qaymeqamê berê yê navçeya Dûkanê Niaz Celal Dergalayî di nav baxçeyê xwe yê Ranya de bi guleyan hat kuştin.Li gorî agahiyan, heta niha sedema kuştinê nayê zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Barzanî şehîd rêheval Niyaz Dargalayî bi xiyanetê tohmetbar dikeMesûd Barzanî di pirtûka xwe ya bi navê Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd de ku bûye sedema gelek nîqaşan û gelek çîrokên berevajîkirî yên bûyeran têde hene, li ser şehîd rêheval Niyaz Dargalayî wiha dibêje:“Niaz Dargalayî îxanet li PDKya me kir û sînorê Balakayetiyê radestî YNK’ê kir.’’
Jînenîgariya Niaz Dargalayî
Niyaz Celal Beg Mihemed Emîn Yehya bi nasnav Niyaz Dergelayî di 1ê tîrmeha 1956an de li navçeya Riwandzê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye dinê û xwendina amadeyî ya çandiniyê qedandiye, di sala 1977ê de tevlî rêxistina şoreşa nû bûye û di sala 1981ê de jî tevlî hêzên Pêşmerge bûye li herêma 7 a Balakê bû, piştre di lîwaya 78 a Karoxê de pêşmergetiya xwe berdewam kir.
Niaz Dergalayî di salên pêşmergetiyê de beşdarî çendîn êrîş û berevaniyê di navenda (3) Hewlêr û serkirdayetiyê de bû û di jiyana xwe ya Pêşmerge de 5 caran birîndar bûye , sê caran bi guleyan û du caran jî bi çekên kîmyayî birîndar bû.
Pêşmergayetiya wî ya dawî beriya serhildanê fermandarê sektorê bû.Di serhildanê de beşdar bû û di azadkirina bajar û bajarokan de roleke aktîf lîst, piştî serhildanê di çend rêxistinan de wek Pêşmerge berdewam bû, di Artêşa Yekgirtû de fermandarê alayê, fermandarê ketîbeyê, cîgirê hêzê, berpirsê eniya Warte bû. Di hikûmeta Herêma Kurdistanê de qaymeqamê navçeyên Çoman û Dukanê bû.
Endamê berê yê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Niaz Dergalayî şeva 18/8/2023 li nav baxçeyê xwe de hat kuştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

