Nûnerê Herêma Kurdistanê li Spanyayê dê dest bi erkê xwe bike

Kurdistan 04:31 PM - 2023-08-15
Darawan Hemîd, Safîn Dzeyî û Daban Şadala PUKMEDIA

Darawan Hemîd, Safîn Dzeyî û Daban Şadala

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî fermana destbikarkirina nûnerê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê radestî Darawan Hemîd kir.
Di merasima ku bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Daban Şadala hat lidarxistin de, Berpirsê Pêwendiyên Derve got: Di çarçoveya guhertinan de ji bo baştirkirina asta peywendiyên me bi welatên derve û civaka navdewletî re Darewan Hemîd wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê hat destnîşankirin.
Di merasimê de, Safîn Dzeyî  pîrozbahî li nûnerê nû yê hikûmeta herêma Kurdistanê li Îspanya kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de ji bo berjewendiya gelê Kurd xwest û piştgiriya hemû pêkhateyên Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo serkeftinê pêşkêş kir di  xebatên wî de li Spanyayê.
Nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li 14 welatên cîhanê hene. Ji ber ku Daban Şadala wek cîgirê Fermangeha Pêwendiyên Derve hat destnîşankirin, ev demeke dirêj e ew post vala bû.
Darawan Hemîd Ghaffar bi nasnav Darawan Hacî Hemîd di 2’ê Tîrmeha 1990’an de li navçeya Biaray a parêzgeha Helebce ji dayîk bûye.
Piştî qedandina diploma xwe ji bo xwendina bekelorya, bo master û doktorayê çû Fransayê.Darawan ku niha xwendekarê doktorayê di warê zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî de ye, salekê li Fransa li Dibistana Belcom li Lyonê ders daye.
Ji sala 2018 heta 2022 kesê yekem yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Firansayê bû û serokê navenda Fransî li Fransa bû, serokê Navenda Kurdî ya Fransa û nûnerê derve yê Sendîkaya Rojnamegeran bû û bêtirî 12 salan ezmûna dîplomatîk heye.
Îro weke nûnerê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê dest bi kar kir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket