Balyozê Kanadayê pesna rola Qubad Talebanî da

Kurdistan 04:33 PM - 2023-08-14
Qubad Talebanî û Gregory Galligan  Ofîsa Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Gregory Galligan

Qubad Talebanî

Cîgirê  Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Kanadayê li Iraqê Gregory Galligan kir û di civînê de çendîn mijarên balkêş ji bo herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.
Civîna roja duşemê 14.08.2023 li bajarê Hewlêrê bi boneya bidawîhatina erkê balyozê Kanadayê li Iraqê birêveçû , Qubad Talebanî destxweşî li Balyozê Kanadayê Gregory Galligni kir ku roleke giring di bihêzkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de hebûye û  di peywira xwe ya pêşerojê de jê re serkeftin xwest.
Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr bi boneya destbikarbûna Tammy Ames weke Berpirsê Balyozxaneya Kanada ya li Hewlêrê pîroz kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.
Di civînê de behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hat kirin, her du alî hevdeng bûn ku hemû pirsgirêkên daliqandî  yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi rêya diyalog û têgihiştinê bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be bên çareserkirin.
Her du alî li ser pêwîstiya derxistina yasaya neft û gazê gotûbêj kirin, di vê derbarê de Qubad Talebanî got: Yasaya petrol û gazê mijareke hestiyar e û pêwîstî bi gotûbêj û danûstandinên zêdetir di navbera aliyan de heye, daku bi awayekî ku di berjewendiya hemû Iraqê de be, Herêma Kurdistanê jî di nav de , were qebûlkirin.
Wî hişyarî da ku divê aliyên Kurdistanî bi yekdengî û yek gotubêj beşdarî danûstandinên li ser yasaya neft û gazê bibin da ku bi giranî zêdetir mafên destûrî yên herêmê biparêzin.
Di beşeke din ya civînê de behsa hilbijartinên dahatû yên parlementoyê hate kirin û Cîgirê Serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku dema diyar kirî ji aliyê Serokatiya Kurdistanê ve hate diyar kirin bê kirin.
Wî got ku divê aliyên siyasî bi diyalogê çareseriyeke guncaw ji pirsgirêkên xwe re bibînin da ku hilbijartinên paqij û dadmend bên lidarxistin.
Di civînê de behsa proseya çaksaziyê û saziyên hikûmeta elektronîk jî hat kirin, Balyozê Kanadayê rola Qubad Talebanî di her du proseyan de bilind nirxand û daxwaz ji wî kir ku li ser hewlên xwe yên ji bo çaksazî û hikûmeta elektronîk ji bo birêvebirina baştir berdewam be.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî eşkere kir ku plana wan bo berfiretir kirina pêngavên çaksazî û hikûmeta elektronîk heye û di vê çarçoveyê de daxwaz ji Kanadayê jî kir ku zêdetir alîkariya hikûmeta Kurdistanê bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket