Şalaw Elî Esker: Meylek di nav PDK de heye dixwaze pêwendiyan xerab bike
Kurdistan 10:05 AM - 2023-08-14
PUKMEDIA
Şalaw Elî Eskerî
Endamekî desteya kar a
mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku meylek di nava
Partiya Demokrat a Kurdistanê de heye ku kar dike bo têkbirina peywendiyên di
navbera partiya wî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de.
Şalaw Elî Eskerî endamê desteya kargêrî ya Mekteba Siyasî ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hevpeyvîneke rojnamevanî de behsa rewşa
giştî ya Herêma Kurdistanê û Êraqê û peywendiyên navbera Yekîtiya Niştimanî û
Partiya Demokrata Kurdistanê kir û got: “Piştî çûna Serok Mam Celal, bi taybetî
piştî kongireya çarem, biryar hat dayîn ku Yekîtiya Niştimanî li ser asta
bilind de hebûna xwe ya berdewam û bi bandor li Bexdayê hebe û ev yek di
berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê Kurdistanê de ye.
Di nava Partiya Demokrat de du meyl hene
Şalaw Elî Eskerî her wiha got: “Partiya Demokrat rêkeftinek
ligel hinek aliyên Êraqê ji bo pêkanîna hikûmeta federalî hebû û di wê demê de
me jî dixwast Yekîtiya Niştimanî, Partiya Demokrat û partiyên din ên Kurdistanî
bi yekrêzî biçin Bexdayê, lê dema şanda me ligel şanda Partiya Demokrat çûbû
Bexdayê, hinek aliyên Êraqî ji me re gotin ku ew ligel Partiya Demokrat li hev
kirine.
Endamekî komîteya kar jî got: “Du meyla di nav Partiya
Demokrat de hene, her dema ku em dixwazin peywendiyan asayî bikin, yek ji wan
her du meyliyan pêwendiyan xera dike û ev rewş di piraniya civînên her du
aliyan de dubare dibe.”
Xerakirina dîrokê ne di berjewendiya Kurdan de ye
Şalaw Elî Eskerî tekez li ser wê yekê kir ku her dema
Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrat lihev bikin emê bikarin destkeftên mezin
ji bo gelê Kurdistanê bi dest bixin û amaje bi wê yekê jî kir ku ew karesatên
ku di dirêjahiya dîrokê de bi ser gelê Kurd de hatine bavêjin ser milê Yekîtiya
Nîştimanî û berevajîkirina dîrok û rastiyan ne di berjewendiya gelê Kurdistanê
de ye.
Parastina pêkhateya Herêmê erka yekîtiya neteweyî ye
Şalaw Elî Eskerî diyar kir ku, Serokê rihmetî Mam Celal hertim daxwaz ji me dikir ku Herêmê û yekbûna wê biparêzin û em vê beşek ji Kurdayetiyê û yek ji karên xwe yên sereke yên hizbî dibînin û got: “Em hertim bang dikin ku bi destûrê pabend bin lê em erkên ku dikevin ser milê me bi cih naynin." Ev dibe sedema lawazbûna pêkhateya herêmê li gorî kabîneyên hikûmetê yên berê, lê em dikarin tiştan ber bi başiyê ve sererast bikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

