Serkirdayetiya muweqet nekarî dawî li YNKê bîne
Kurdistan 11:45 PM - 2023-08-10
PUKMEDIA
Logoya YNK û wêneyên şehîdan
Beşa sûyem..
Di vê beşê de emê bi vê pirsê dest pê bikin ka kîjan YNK û serkirdayetiya muweqet xwestiye yê din tasfiye bike?
Dema YNK ava bû, Partiya Demokrata Kurdistanê ev du meh bû di nava çopê de mabû, hîn şoka peymana Cezayîrê ya di navbera Mihemed Rida Şah û Sedam Husên de belav nebûbû û li ser dîtina peymaneke nû li Kerecê û li kûrahiya Îranê dişêwirîn, beşek ji wan jî bi reva Ewropa û Amerîkayê ve mijûl bûn.Dema ku di 1ê Hezîrana 1975an de beyannameya damezrandina YNKê hat weşandin, tiştek bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê nema bû, eger ew jî nemebû çawa yekîtî bi mebesta tesfiyakirina PDK êbibû .Ma ti mantiq tasfiyekirina tasfiyeyan qebûl dike?
Weke ku me di beşa borî de jî behs kiribû, piştî damezrandina YNKê û damezrandina Şoreşa Miweqet û 5 roj pêş destpêkirina şoreşa nû (Şoreşa Gulan) li heman Îranê, avakirina serkirdayetiya demkî nîşana wê yekê ye ku kî bo tesfiyakirina kê hatiye damezrandin û derketiye meydanê, Eger na, bo çî Îran rê nade ku şoreşa Îlonê berdewam bikin û bi Bexdayê re li hev bikin, lê piştî damezrandina YNKê, dê avakirina serkirdetiya demkî û avakirina tevgereke çekdarî li Kerec, Kamyaran, Ciwanro, Dîwandere, Nexde hêsantir bike?
Tevî birînên şehadeta Îbrahîm Azo û 37 hevrêyên wî Ezadîn Şengalî û hevrêyên wî Hesen Xoşnav û hevrêyên wî û bi dehan şervanên din ên Badînan û Soranê, YNK Hîn jî xema wî bû ku êşên şerê navxweyî dubare nebin, lewra hertim hewl dida ku aşitiyê pêk bîne an jî qet nebe li hundir û derve bi civîn û nameyan bi hev re.
Ji ber vê yekê jî her tim bi civîn û nameyan hewl daye ku aşitiyê pêk bînin yan jî qet nebe li hundir û derve rûbirûyê hev nebin.
Di vê derbarê de, Newşîrwan Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê Trajediya Hekarî de, di beşa şeşan de, di bin sernivîsa (lawazkrina nekokiyan bi serkirdayetiya muweqet re û nivîsandina nameyan ji rayedarên wan re) di rûpela (37) de dibêje: ji bo nehiştina şerê di navbera serkirdayetiya demkî û kêmkirina nakokiyên di navbera YNKê û wan de, çendîn name ji aliyê serkirde û berpirsên YNKê ve ji bo hinek mezinên malbata Barzanî hatin nivîsandin, ji wan Mam Celal û Elî Eskerî Mihemed Xalid Barzanî, Xalid Seîd (Dr. Xalid) nameyek ji Hemaîl Xan diya Mesûd Barzanî re û Şehîd Teyrî Elî Welî Beg jî ji Reşîd Sindî re nameyek nivîsandiye.”
Weke ku birêz Newşîrwan amaje bi wê yekê jî kir, armanca şandina nameyan ji bo wan kesayetiyan ew bû ku bandora wan li ser Mela Mistefa û kurên wî çêbibe ku serkirdayetiya demkî nebe asteng li pêşiya hêzên Pêşmerge li Badînan û sînoran.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

