Serok Bafil: Werin em bi hev re ji bo ax û gelê xwe têbikoşin
Kurdistan 09:22 PM - 2023-08-09
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil pêşwaziya heyeta PDK kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Mam li Bexdayê pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyalog û têgihîştina di navbera hemû aliyan de ji bo parastina yekrêziya gelê Kurd û hemû pêngavan bo bidestxistina berjewendiyên bilind hate kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekezî li ser dabînkirina mafên herêmê û parastina mafên mûçeyên karmendan hat kirin û her du alî li ser parastina mafên herêmê li ser bingeha destûr û yasaya bûdceyê li hev kirin.
Rewşa ewlekarî ya deverê û çareser kirina pirsgirêkan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û biryar hat dayîn ku ji bo derbaskirina pirsgirêkan û parastina aramiya siyasî, emnî û civakî gavên cidî û pratîk bên avêtin.
Serok Bafil Celal Talebanî tekezî li ser pabendbûna YNKê bo bidawîkirina pirsgirêkên dirustbûyî kir û got:’’ Berdewamiya diyaloga avaker û bihevre karkirina ji bo bidestxistina armancên bilind rêya rast a siyasetê ye û ez hêvîdar im bi hev re dûrî ferz kirina îrade û jinavbirina hev xwe bigirin,ji bo ax û gelê xwe têbikoşin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

