Talebanî: Nabe berjewendiyên çend kesan rêgiriyê li çaksaziya Hêzên Pêşmerge bike

Kurdistan 04:35 PM - 2023-08-09
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî Ofîsa Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Fermandar Lîwa Rukin Bextiyar û hejmarek efser û pilebilindên wezaretê civiya û got:“Em ê li ser reformên Wezareta Pêşmerge berdewam bin û her kesê xemsariyê bike dê hesab jê were pirsîn.’’
Civîna ku roja 9-8-2023 li bajarê Hewlêrê hat encamdan, pêşhatên dawî û alozî û nakokiyên li ofîsa wezaretê hate gotûbêjkirin, li ser daxwaza Qubad Talebanî Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge behsa alozî û sedemên wan kir û herwiha behsa çawaniya qonaxên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pirsgirêk û kêmasiyên wê proseyê kir.
Cîgirê Serokwezîr tekez li ser berdewamiya proseya çaksazî û rêkxistina hêzên Pêşmerge kir û got:“Asayî ye ku nakokiyên siyasî di navbera aliyên siyasî de hebin, lê nayê qebûlkirin ku ev alozî were nav Wezareta Pêşmerge.”
Her wiha :“Me soz daye gelê xwe û hevalbendên xwe ku hêzên xwe xurt bikin û perwerde bikin û projeya çaksaziyê gav bi gav cîbicî bikin, ji ber wê jî em nikarin ji bo xatirê hinek kesan dev ji mijareke wiha hestiyar û girîng berdin, em ê proseya çaksaziyê bidomînin û ji kesên ku di her pile û meqamê de xemsariyê dikin, hesab bipirsin.’’
Cîgirê Serokwezîr ji bo hemû berpirs û pilebilindên Wezareta Pêşmerge peyamek şand û got:“Di warê siyasî û hizbî de hûn girêdayî her partiyek bin, ji aliyê netewî û exlaqî ve erkê we ye ku di wezaretê de bi profesyonelî tevbigerin û ji nakokiyan dûr bikevin û nebin beşek ji nakokiyên siyasî û hizbî û nehêlin ti destwerdanek di nav Wezareta Pêşmerge de ji aliyê kesî ve be were kirin.”
Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî destxweşî li Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û tîma ligel wî kir ku di dema borî de sebir û coşa wan ji bo kontrolkirina rewşa wezaretê hebûye û hemû hewlên xwe dane ku proseya çaksaziyê bi temamî têk neçe.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket