Di salvegera koça dawî yê Ferman Cebar de
YNK 12:18 PM - 2023-08-09Fermande Cebar Ferman
Fermandarê
wêrek yê Banmîl
16 sal
berî niha di 9ê Tebaxa 2007ê de, Cebar Ferman fermandarê qehreman û endamê
serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî têkoşîneke bêwestan û bi
destxistina destkeftên mezin ji bo ax û welatê xwe, bi nexweşiyê koça dawî kir
û li Silêmaniyê hat veşartin.
Tomara
dîrokê
Dîrok
gav bi gav û bêdeng dimeşe, bêyî ku em hay jê bin me hemûyan dixe nîvê rûpelên
xwe, ferq û cudahî nake ku ka paşerojê de kî bibe kulîlka serbilindiyê. Her
wusa cudahî nake nav wê ku kî ji rêwiyên li ser rêya gîştiye mebest û lûtkeya
ronahiyê û kî heta nîvê rê çûye
Û divê em
rûpelan li hwmber hev danin, ji ber ku yên ku ber bi paşerojê ve diçin, divê li
dîrokê binêrin û ne tenê ew, lê tomarên rabirdûyê bixwe jî werin ber çavan, bi
gotineke zelaltir, heya ku jiyan bidome, heya paşerojek hebe, dîrok heye û
paşeroj li ser rê ye. Ji ber vê yekê yên li qada jiyanê tên û diçin, neçar
dimînin ku di rêyên dîrokê de bimeşin.
Divê di kolanên dîrokê de bimeşin.
Di sala
1963’an de tevlî siyaset û têkoşîna Kurdeyatî bû û sala 1971’ê de li zanîngeha
Mustensiriya ya Bexdayê li Kolêja Zanistî ya Beşa Fîzîkê hate qebûlkirin lê ji
ber xebatên siyasî nekarî xwendina xwe ya zanîngehê biseri bike.
Di dema damezrandina YNK 1-6-1975 Ferman
tevlî yekîtî bû û baska bingehîn yê partiyê damezrandin,piştre di 1976 `an de
di gel hin hevalên xwe hatin girtin û cezaya bidarvekirinê lê xwestin ,lê di
1979 de di encama berxwedanê de serbest hate berdan.
Di şoreşa ku YNK destpêkiribû de xwedî rol bû û
navê wî di nav pêşmergeyan de derketibû , sembola berxwedanê bû di oparesyonên
Enfal û şerê kîmyawî de. Ji ber jêhatîbûna xwe ya leşkerî, ew di 1992 de wekî
berpirsiyarê nivîsgeha leşkerî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat
destnîşankirin, û piştî hilbijartinên Gulan 1992 bû wezîrê pêşmerge li Hikûmeta
Herêma Kurdistanê Piştî wê postên cude di hikûmetê de bidestxistibûn jê wezareta
navxwe, perwede û şaredarî, di 1993 bû Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên
Pêşmerge. girîngî dida warên çandî û ciwanan de wek piştgiriya wî ji tîmên
werzîşî û teknîkî ,bi hemû tiwanayê xwe doza kurdên Faylî parast û ji bo
sivikkirina rewşa wan xwedî li wan derket û rêxistinek ji bo kêmendaman û
nexweşxaneyek taybetî ji bo Pêşmerge û malbatên wan ava kir.
Cebar Ferman Elî Ekber di 28ê Hezîrana 1947an de
li gundê Banmîlê yê bajarê Xaneqînê ji dayik bû, di 18ê Îlona 1954`an de, ew li
Dibistana Seretayî ya Karîzê li gundê Karîzê yê Xaneqînê dest bi xwendinê kir û
di sala 1960 de xwendina xwe ya seretayî heta xwendina xwe ya navîn qedand, ew
ket peymangeha Mamosteyan li Baqobe . Ew wek mamoste li navçeya Buhrez li
Diyala hat tayîn kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
09:48 PM - 2024-05-16
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17