Saziya Celal Talabanî û Behrul Ulum memorandumek lihevkirinê îmze dikin
Kurdistan 11:04 PM - 2023-08-08
PUKMEDIA
Serokê Saziya Celal Talabanî û Behr El-Ulum
Roja Sêşemî 8ê Tebaxa 2023an, balyoz Dr. Mihemed Sabir Serokê Saziya Celal Talebanî li Bexdayê serdana Saziya Behr El-Ulum kir û di aliyê Serokê Saziyê Îbrahîm Behr el-Ulûm ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de balyoz Dr. Mihemed Sabîr li ser rola mezin a Serok Mam Celal di avadankirina Iraqê de ku hertim ji bo pêkvejiyana aştiyane di vê civakê de bêyî cudahiya olî, etnîkî û mezhebî kar dikir, got; Serok Mam Celal bi ruhekî demokratîk li hêzên siyasî dinêrî û herî baş pêwendiya xwe bi kesayetên vê civakê re hebû.’’
Balyoz Dr. Mihemed Sabir Serokê Saziya Celal Talebanî jî got ku em wek Saziya Serok Celal Talebanî bi ramanên Serok Mam Celal di têkoşîna wî ya şêst salî de kar dikin û armanca me xurtkirina ruhê yekîtî û pêşketina welat e, bi tevgerên çandî û zanistî dikarin ji bo pêşketina kes û civakê bixebitin.
Serokê Saziya Behr El-Ulum kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Serok û şanda Saziya Celal Talebanî anî ziman; Her wiha diyar kir ku hemû şoreşger û azadîxwaz deyndarê rola avaker û mezinahiya Serok Celal Talebanî ne; Iraqa nû ji aliyê rêberên şoreşê ve, ku sembol wê Mam Celal bû, hat avakirin û dawî li zilma Beisê hat.
Paşê, herdu aliyan wek du rêxistinên sivîl ên serbixwe bi mebesta xurtkirina têkiliyên çandî û zanistî peymanek ji hevtêgihîştinê îmze kirin; Tu cudahî di navbera rola pêkhateyên cuda li Iraq û Herêma Kurdistanê de nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

